17 juni 2019

Dîndarên me çima wek yên xelkê ne nasyonalîst in?


Li bakurê Kurdistanê kesên sosyalîst, komunîst, şoreşger yanî kes û hêzên çep tu carî nebûne hevalên dewletê û partiyên tirk yên antî-kurd.

Li gorî îmkan û hêza xwe tim li dijî dagirkeriyê û partiyên sîstema dagirker micadele kirine û di vê rêyê da jî gelek êş azar kişandine, ketine zindanan û bi çol û çepelan ketine.


Yanî kesên çep pir, hindik tim û tim ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe û Kurdistanê micadele kirine, tu carî nebûne havlên hêzên dagirker.

Kurdên nasyonalîst, kurdpewer jî nabin hevalên dewletê û hêzên dagirker. Ew jî li gorî îmkanên xwe li dijî dewletê û hêzên dagirker in.

Lê dîndar û îslamîstên me hevalên dewleta tirk û hêzên dagirker in, di nava partiyên tirk da piştgiriyê didin dagirkeriya welatê xwe. Ji hevalbendiya dewletê û hêzên neyar şerm nakin.

Wek dîndar û bawermendên filistîniyan, tirkan û miletên din ne nasyonalîst in, ji bo azadîya gelê xwe micadelê nadin.

Dîndar û îslamîstên kurd bi piranî hevalên dewletê û hêzên dagirker in, di nava AKPê û partiyên tirk yên din da piştgiriyê didin dagirkeriya welatê xwe.

Gelo sebebê vê çi ye?

Dîndarên me jî çima wek yên xelkê ne nasyonalîst, welatparêz in, çima ew jî wek dîndarên xelkê ji bo azadiya gelê xwe naxebitin?

Çima hevalên neyar û dagirkerên welatê xwe ne?

HUDAPAR çima ne wek HAMASê ye, çima ne wek partiyên îslamî yên Başûr e?

Serok û endamên HUDAPArê çima wek yên HAMASê û tevgerên îslamî yên din ne nasyonalîst in, azadî û serxwebûna gelê xwe naxwazin?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE