21 juni 2019

Dibê em vî halê Diyarbekrê qebûl nekin !



Li Diyarbekrê, le dora  Çemê Dîclê, li rast û çepê Pira Dehderî gelek qahwexane û aşxane vebûne. Bi şev û roj, lê bi tayberî bi şevan pir qelebalix dibe.

Ji ber nuha havîn e, nava bajêr germ e, însan bi şev diherin li dora çem li wan park, çayxane û aşxaneyan rûdin, hinekî bîna xwe digrin, honik dibin.


Lê muzîka hemû çayxane, aşxane û parkan bi tirkî ye.

Li tu qahwexanê û aşxanê dengê muzîka kurdî nakeve guhê meriv.

Fena ku tu ne li Kurdistanê be.
Fena ku tu ne li bajarekî kurdan bî.
Fena ku tu li bajarekî tirk û di nava tirkan da bî; hisekî wiha bi meriv ra peyda dibe.

Her kesê kurdperwer vê yekê dibîne û pê xemgîn dibe.

Ev felaketeke mezin e.

Ev teslîmbûna tirkîtiyê û asîmîlasyonê ye.

Em li tirkbûna miletê xwe temaşe dikin.

Em bi destê xwe, xwe asîmîle dikin, dikin tirk.

Dibê em tiştekî bikin, em wiha lê temaşe nekin.

Em kanin çi bikin?

Em wek şexs, wek partî kanin herin ba xwediyên wan mekanan û bi wan ra bipeyivin, ji wan rica bikin, ji wan ra bibêjin dibê ew dev ji vê malkambaxiyê berdin, dibê muzîka kurdî lêxin.

Wek şexs, wek mişterî jî dibê meriv bêdeng nemîne.

Gava meriv çû li wan mekanan rûnişt, muzîka kurdî bixwaze, li dijî muzîka tirkî derkeve.

Li hemberî tirkî û muzîka tirkî aciziya xwe nîşan bide.

Ez li Diyarbekrê li aşxane û qahwexaneyan tu carî bi garsonan ra bi tirkî nepeyivîm, tu carî min tirkî qebûl nekir, bi hemûyan ra bi kurdî peyivîm.

Li her dera, her dikana, her mixazeya, her aşxaneya ez çûmê dan û stendina min tim bi kurdî bû.

Yê bi min ra tirkî peyivî, min qebûl nekir û dû ra ya quliband kurdî ya jî ew çû û yekî kurdî zanîbû hat.

Yanî em him wek şexs û him jî wek partî kanin gelek tiştan bikin.

Dibê em li hemberî tirkî bêdeng nemînin, yê bi me ra bi tirkî peyivî bi tirkî bersîvê nedinê û bi kurdî bipeyivin.

Dibê em vî halê Diyarbekrê qebûl nekin, dibê em tiştekî bikin, seferberiyê îlan bikin.

Ev ne xelasî ye, lê dîsa baş e, kane tesîrê li însanan bike…

XXX
Vê xebera Roşan Lezgîn ya li ser trajediya Diyarbekrê, li ser hakimî û serdestiya asîmîlasyona li Diyarbekrê, li ser tirkbûna kurdan ez pir bêhêvî kirim.

Gava meriv dibîne kurd bi lez ji kurdayetiyê dûr dikevin, dibin tirk û meriv nikane rê li ber vê malwêraniyê bigire, meriv kezebreşî, merezarî dibe, dibe mûm û dihele.

Bi vê xeberê vê sibehê ez pir xemgîn bûm û dengekî ji dilê min bi qîrîn got: hew here Diyarbekrê !

Li bajarekî wiha, di atmosfereke wiha da ezê tu carî nikanibim çend rojan bijîm, ezê nexweş bikevim...

Dilê min, mejiyê min, hestên min êdî tehamulî trajediyeke wiha nake...

"BAXÇADA YEŞÎL XIYAR!
Roşan Lezgîn
Ez zêde nagerim. Lê wan rojan êvarkî ez û çend heval em çûn ser Pira Dehderî. Gelek qelebalix bû. Li ser pirê def û zirne lê dida, keç û xortan govend girtibû…

Li her du alîyên pirî çayxane û restoran in. Bitaybetî ji restoranê dengê muzîkê bi ser çem diket, deng gelek bilind bû, zêde-zêde bilind bû. 

Muzîk hemî tirkî bû; ew muzîka ku dibêjin “Diyarbakır Türküleri”, ew muzîka ku ji zemanê qedexeya kurdî maye, em bibêjin stranên wek “Adıl Efendi Gel Qıyma Bana, Arpa Orağa Geldî, Erbedaş Dîrekxana, Baxçada Yeşîl Xıyar, Eywanda Yatan Oğlan, Heram Sudan Atladım, Diyarbaqır Şad Aqar, Haydê Gîdax Toyına, Qarşîda Görünirsen, Kerpîç Kerpîç Üstıne, Mardîn Qapî Şen Olır, Kırxlar Dağının Düzî…” 

Ji bo xatirê hevalan min qasî saetekê li wir sebir kir. Lê hiç dengê muzîka kurdî nehat, ebed. Her wekî ku li vî bajarî hîç kurd tune ne. 

Li nav bajêr jî wisa ye. Piştî wêrankirina nav Sûrê êdî tirkî bûye moda! Li Diyarbekir bi sedan cafe û eywanên taştê hene, eynî wek salên cuntaya leşkerî ya sala 1980, ji hemîyan dengê muzîka tirkî tê.

Îsmaîl Beşîkçî dibêje “Li Kurdistana Bakur ji bo kurdan mekteb, nexweşxane, mizgeft, qereqol, leşkerî û hemî dayreyên dewletê di eynî demê de mekanîzmayên asîmilasyonê ne.” Ez dibêjim, divê çayxane, qehwexane, cafe, restoran û mekanên wekî vana jî li lîsteya Îsmaîl Beşîkçî îlawe bibin.”


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE