12 juni 2019

Di hilbijartina 23ê hezîranê da dibê kurd li Stenbolê kolektîf hereket bikin !

Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu


Li Tirkiyê zulma li me kurdan dibe ne şexsî(ferdî) ye, kolektîf e, ji bo ku em kurd in dewlet û tirk zulmê li me dikin, me terorîze û dîskrîmîne dikin.

Îcar madem bi hawakî kolektîf, yanî  ji bo ku em kurd in zulm li me dibe, dibê em hemû kurd jî di hilbijartinên belediya Stenbolê ya 23ê hezîranê da kolektîf, yanî bi hev ra, bi tifaq hereket bikin.

 
Hemû kurdên li Stenbolê dijîn; ji kîjan partiyê dibin bira bibin, fikir û îdeolojiyan wan çi dibe bira bibe, di hilbijartina 23ê hezîranê da dibê wek cihû û êrmeniyên Amerîkayê bi hev ra hereket bikin.

Ji bo me kurdan tu ferqa AKPê û CHPê, Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu tuneye. 

Herdu serî jî antî-kurd û neyarên qewmê me ne. Lema jî dibê meriv wek kurdên Stenbolê li hemberî wan ne ferdî, kolektîf hereket bike. 

Di vê hilbijartinê da dibê kurdên Stenbolê, partiyên kurd li hev rûnin û bi hev ra biryarekê bigrin; ji bo me kurdan çi baş e dibê wiya bikin.

Min berê jî got, dibê meriv boykot bike baştir e. Lê heger alternatîfeke ji boykotê baştir heye, heger partî û namzet tiştekî didin kurdan, dibê ev were zanîn û li gorî wê meriv raya xwe bide. 

Lê belê dibê kurdên Stenbolê belaş, bêpeyman rayê nedin tu namzetî.

Biserketina Ekrem Îmamoglu ji bo me kurdan bi qasî misqalekî jî feydeya wê tuneye. Kî qezenc bike ji bo me qet ne muhîm e. Lema jî dibê em kurd angorî berjewendiyên xwe hereket bikin.

Dibê êdî em kurd li Tirkiyê ne wek ferd, wek kurd, wek grûbeke etnîkî hereket bikin, li her bajarê Tirkiyê kurdên ji her fikrê bi hev ra tev bigerin.

Li Amerîkayê di hilbijartinan da cihû û êrmenî her tim kolektîf hereket dikin. 

Lema jî di hemû hilbijartinan da giraniyeke wan ya mezin heye, ji namzedan tawîzên cidî digrin.
 
Dibê em kurd jî êdî wisa herket bikin. 

Di hilbijartinan da dibê meriv gelş û cudahiyên xwe yên siyasî, fikrî û partîtiyê bide aliyekî û li hemberî partiyêk wek kurd bi hev ra herket bike. 

Bi vî hawî em kanin gelek mafan bi dest xin. Gava em ne kolektîf, lê şexsî hereket dikin tu giraniyeke me çê nabe, em dibin tirk. 

Lê em ne tirk in, em hemû kurd, kurdên ji her fikrê û ji her partiyê bindest in. 

Ji bo wê jî dibê em li gorî berjewendiyên xwe yên netewî tev bigerin. 

Berjewendiyên şexsî, fikrî û partîtî qet ne muhîm e, bi wan em tiştekî bi dest naxin.

Lê heger em kurdên li metrepolan hemû bi hev ra hereket bikin emê kanibin gelek mafan û îmkanan bi dest xin. Ev jî girêdayî yekîtiya me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE