24 juni 2019

Bi qezenckirina Îmamoglu tiştek bi Erdogan nayê



Wek min texmîn dikir û berî hilbijartinan jî çend caran got, bi qezenckirina Îmamoglu tiştek bi Erdogan nayê, ewê Îmamoglu pîroz bike û jê ra serketinê bixwaze. Ewê bibêje berê hîle hatibû kirin lema me qebûl nekir. Lê îcar wa ye bi heqê xwe qezenc kiriye, ez wî pîroz dikim.

Tiştê Erdogan do piştî hilbijartinê got eynî ev e, ”got îradeya gel tecelî kir û ez Îmamoglu pîroz dikim.


Beyana Erdogan wiha ye:

”Netîceyên hilbijartina belediya Stenbolê li gelê me pîroz be û bira bibe wesîleya xêr û xweşiyê. Îradeya netewî îro careke din tecelî kir. Li gorî reqemên ne resmî Ekrem Îmamoglu qezenc kiriye, wî pîroz dikim.”

Erdogan bi wendakirina belediya du sê bajaran nakeve. AKPê li Stenbolê hilbijartin wenda kiribe jî lê ji %44,99 girtiye.

Ev ne reqemeke hindik e, heger AKP li Stenbolê hîn jî hewqas ray digre ev yek xurtiya hêza Erdogan nîşan dide, ji bo ketina wî hîn gelek lazim e.

Erdogan wek don/rûn e, tim bi ser avê dikve...

XXX
Li Stenbolê bi qezenckirina Ekrem Îmamoglu ez xemgîn nebûm. Lê wendakirina Bînalî Yildrim ji bo Tirkiyê û tirkan baş bû. Bi kêmanî pozê Erdogan hat firikandin.

Lê Îmamoglu wenda bikira jî ji bo Erdogan felaket bû. Esas wiha jê ra baştir bû.

Ji bo me kurdan tu qîmetî herbiya qezenckirina Ekrem Îmamoglu tuneye, qezenckirina wî bi qasî misqalekî ewê rewşa me baştior neke.

Ji ber wê jî ez wek hinek kurdan qet bi serketina Îmamoglu kêfxweş nabim û nakim dawet û jê ra li çepikan naxim.

Sibe Îmamoglu û partiya wî werin ser hukim, ewê jî bi qasî Erdogan û Bînalî Yildirim li dijî me bin, neyartiya me bikin.

Hin kes Ekrem Îmamoglu wek "dostekî kurdan" teqdîme me dikin. 

Ekrem Îmamoglu û CHP ne "dostên kurdan" ne, ew jî bi qasî Bînalî Yildrim û AKPê li dijî kurdan in, dijminên kurdan in. 

Ji ber wê jî di serketina Îmamoglu da kêfxweşî û lîrandin û zilxeta me kurdan pir bêmane ye.

Du dijminên me, yekî wenda kiriye, yekî qezenc kiriye, çima emê bilîrînin û kêf bikin?

Lê belê wendakirina Yildirim baş bû, dibê em qîmeta giraniya rayên xwe bizanibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE