20 maj 2019

Zorbatiya li kesê ji xwe zeîftir nîşana şexsîyeteke seqet û bi broblem e


Topxaneya artêşa Tirkiyê şeva borî sê gundên herêma Efrînê topbaran kirine. Ji ku çavê wan kurdan dibire, zora wan li kurdên bêpişt û bêdewlet tê vê quretiyê û vê mêraniya belaş bêtahlûke dikin.

Merivê zulmê, neheqiyê, çavsoriyê li kesê ji xwe zeîftir, ji xwe bêhêztir bike xwedî şexsîyeteke seqet û bi problem. 

Bi van êrîşan mêraniya xwe li serê kurdên bê dewlet, bê artêş, bê tank û top diceribînin.

Tirk xwedî şexsîyeteke bi defo ne, bi van êrîşên ser kurdên ji xwe zeîftir egoya xwe tatmîn dikin.


Çavavên wan kurdan dibire. 

Kurd ne xwedî artêş in, balafir, tank, top û fuzeyên kurdan tunene. Lema jî artêşa tirk her roj vî gundî û wî gundê kurdan topbaran dike. 

Ev ne mêranî ye, çeqelî ye. 

Çavsorîya li hemberî kesê ji xwe zeîftir qerekterê tirkan yê netewî ye, gava kanibin bi yekî, gava xwe jê xurttir bibînin dibin şêr û êrîşî dibin ser. 

Kîn û hêrsa şexsîyeta xwe ya zîf jê digrin.

Lê gava yekî ji xwe xurttir bibînin dibin mirîşk, dibin pisik.

Li hemberî Rûsyayê, Amerîkayê, Îranê wek şelafan newêrin bibêjin kirt, newêrin gotineke tahl ji Pûtîn û Trump ra bibêjin. 

Lê çavê wan kurdan dibire, heyfa Amerîkayê û Rûsyayê ji kurdan digrin.

Kesê camêr û xwedî şexsîyeteke saxlem, dewleta  bi rastî dewlet yê ji xwe zeîftir napelixîne, zulmê lê nake.

Çi heyf tirk ji viya bêpar in, heger ne wisa bûya ev zulm û neheqî li me nedikirin, hewqasî jî pê li serê me nedikirin.

Lê kurd merivên bi şexsîyet û egîd in, ev 200 sal in li hemberî sê miletên û çar dwwletên sed qatî ji xwe bi hêztir serê xwe nedewandine. Ev jî ji bo me şerefeke mezin e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE