18 maj 2019

Yên bi dijmin ra hol bûbin nabin hevalên me


Li ser dostî û hevaltiya bi dijmin ra gotineke Şîrazî ya gelkî xweş heye, camêr gotiye:

”Yê bi dijminê we ra rabe û rûne nikane bibe dostê we.”

Gotineke pir rast e. Em jî her roj bi çavên serê xwe vê rastiyê dibînin.


Dibê em qebûl bikin kurdên carê bûne hevalê dijmin, yên sarê salan e li ber deriyê wan û li ser sifreya wan in, yên bûne şêwirmend û aqilmendên dijmin, ew çi derewê û demagojiyê bikin jî hew dibin dostên me, ew carê bûne zilamên dijmin û ewê wek zilamên dijmin bimrin.

Dibê meriv hêviya xwe ji wan bibire. Hinek vegerin jî meriv newêre bawriyê pê bîne.

XXX
Ev 40 sal in li Îranê rejîmeke îslamî ya faşîst heye. Ev 40 sal in ev rejîma meleyên faşîst zulmeke mezin li gelê me dike, her roj çend kurdan bi namerdî bi darda dikin. Bi zulm û terora xwe jiyan li gelê me kirine dojeh. 

Hêvî dikim Amerîka bela wê bidê û kurdan û însaniyetê ji vê rejîma zebaniyên îslamî xelas bike.

Azad Zelal Eger İran musluman bê naxwe Kurd çine? Em çine?. Qey dinya xeradibû ku di dawiyê da te peyva îslamî pêve nekira. Qey nabe tu lanetê li rêvebirên îranê bînî bêyî ku tu îslamê pêve bikî. Ev ziman û ev devok û ev uslûb bes ma layiqê halê me dikê. Eger îrana hov û qatil û canî û mucrim û muşrik hêjta jî musluman bê û em jî kâfir bin hema cehennema me jî.

Azad Zelal Ma ne ev kafira îranê ye ku sibeh û êvar lanetê li Ebubekirê Siddîk û Umeril farûq û diya mûminan Aîşe yê tînin. Naxwe çawa musluman in. Kesê ku iranê musluman bibîne ew ne musluman e.

Azad Zelal Qey ku navê îranê Cumhûriya êzîdiyên îranê bûya, yan jî komara filehên milyaket bûya çi ferq dikir. Qey her tişt nave hema. Vaye navê AKP ya lanetî Adalet partisi ye, êdî qey emê bibin dijminê Adalet û wekheviyê.

Tosinê Reşîd Kekê Zinar, ew rûvîne, bela wan dayîn wê ne hêsa be. Wan li Îranê tu hêzeke dêmokrat nehîştîye. Ez par li wir bûm. Li Şino konfêransek hebû ser çîrok û romana kurdî. Gotara mn jî hebî, lê roja dawî ji min re gotin, wekî destûrê nadin ez bipeyivim. Min berê gotara xwe dabû wan û tu tiştekî sîyasî di gotarê de tune bû. Lê kêfa wan usa xwest.

Zinarê Xamo Azadê delal, meleyên îranî musilman in û navê Îranê jî Cumhûrîyeta Îslamî ye. Lê ne tenê li Îranê, li hemû welatên misilman eynî tişt e, eynî zulm e.
Li yek welatekî misulman azadî, demokrasî, edalet, wekhevî tuneye.
Di şerîeta îslamê da azadî, demokrasî, edalet tuneye.
Suûdî, Îran, Daîş li gorî şerîeta îslamê seriyan difirînin, însanan bi darde dikin, însanan kevir dikin, destan jê dikin.
Dua bike AKP şerîeta îslamî tam tatbîq nake. Heger tam tetbîq bikira mala kurdan şewitî bû, li Tirkiyê jî ewê her roj çend kurd bi vîncan va li ba bikirana.
Te gotiye, heger Îran ”musluman be em jî kâfir bin” baştir e.
Yanî li gorî te ”kafir”, miletên xiristiyan hewqasî pîs in, em ji wan bin baştir e.
Ev fikreke gelkî ne xweş û tahlûke ye.
Misilman him miletên xiristiyan hewqasî pîs dibînin û him jî bi milyonan xwe davêjin bextê wan û li welatên wan disitirin, rehet dikin, di nava refahê û azadiyê da dijîn.
Ji Ewrûpayê, Amerîkayê, Kanadayê kes ji ber zulmê û ji birçîna nareve, lê ji hemû welatên misilman bi milyonan însan reviyan e û direvin.
Heger ne sitara ”kafiran” bûya musilmanan ji zû da qira me anîbûn. Dev ji parastina musilmanan û îslamê berde, îslamê heta nuha tu feyde negîhandiye me, lê gelek zirar daye me, bûye sebebê bêtifaqî û dijminatiya nava me.
Bala xwe bide misilmanên me, ma partiya me ya îslamî(Huda-Par) çi dike, hevalê kê ye û ji kurdan ra çi dixwaze?
Heger ew partî were ser hukim, bawer bike ewê ji rejîma Daîşê tu ferqa wê tunebe.
Daîşê çi kir, ewê jî eynî tiştî bike. Bi milyonan kurdên din jî ewê birevin Ewrûpayê. Îslam ev e, ne şaşiya şexsan e. Heta di îslamê da reformeke cidî nebe ewê tim ev wek Îranê û Suûdî be.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE