25 maj 2019

Yekîtî meriv xurt dike



Cihû(yahûdî), fikrên wan, îdeolojiyên wan, partiyên wan çi be dijminatiya hev nakin, wek yehûdî tim bi tifaq û dostên hev in, li hemberî êrîşan û dijminên xwe tim bi hev ra ne, tim li pişt hev in.

Çimkî ji tarîxa xwe baş zanin heger bêtifaq bin, heger alîkariya hev nekin ewê werin pelçiqandin, ewê zulm li hemûyan bibe. 

Lema jî hemû cihû tim bi çavê bira li hev dinêrin, li her dera dinyayê tim bi hev ra ne.


Yê me kurdan çar dewletan welatê me dagir kirine û her çar bi hev ra şerê me dikin, lê dîsa jî em li hemberî wan hêzên xwe nakin yek, dîsa jî em dev ji dijminatiya hev bernadin.

Ji bo dijminên me em ji kîjan partiyê ne, fikrê me, îdeolojiya me çi ye qet ne muhîm e. Ji bo wan kurd, ji kîjan partîyê dibin bira bibin, neyarên wan in.

Dibê em kurd jî wek yehûdiyan dijayetî û ferqên xwe yên siyasî bidin aliyekî û ji hev hez bikin, alîkariya hev bikin û neyartiya hev nekin. 

Di viya da kara me hemûyan heye. Destê bi tenê deng jê nayê...


Yildiz Çakar:Dîroka cihûyan wiha nabêje. Ma îsa ji aliyê kî ve hate bizmarkirin? Hemû li dinyayê belav bibûn, tu cih nedibû stara wan, heta 6 milyon ji wan hate qetil kirin piştre li xwe varqilîn. Piştre hevdu girtin. Ewil ji wan kes nedixwest biçe îsrailê, bi darê zorê, bi lavayan çûn..

Zinarê Xamo: Cihûyan ji tarîxa xwe ders girtin û lema jî bûn xwedî dewlet. 
Trajediyên hatine serê me ji yên cihûyan ne kêmtir in, lê em ji tarîxa xwe dersê nagrin, em biaqil nabin. 
Ji bo tirk, ereb û farisan kurdê Barzanî, Talabînî û PKK ferq nake, hemû neyarên wan in. Yên fêm nakin em in.

Rêwî: Ev tiştekî balkêş e: Cîhûyan qasî 2 hezar sal di bin destê xerîban bû lê - kemek jî be- îradeyek hebû û 2 hezar sal bi xeyala "îsraîla mezin" xwe bi rê xistin û 1949 de gihîştin armanca xwe. 2000 hezar sal ne zimanê xwe ne jî çanda xwe bîrnekirin û hatin vê demê. Mînakek baş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE