16 maj 2019

Tu nadî mede...



Yekî feqîr derketibû ser girekî bilind dua dikir:

-Ya Rebî tu li min werî rahmê û hinek pere bidî min. Ez nikanim perê kirê bidim. Ezê ji xwe ra xaniyekî bikirm. Ereba min jî tuneye, ezê ji xwe ra erebeyekê jî bikirim…


Wî hîn dua xwe neqedandibû, erdhej çê bû, got gurp û ket erdê. Wek loxekî gundorî bû, çû heta jêr. Rabû ser xwe, xwe dawşand û destên xwe berbî jor vekir û bi xeyd got:

-Tu nadî mede, çi ma tu dixeyide? Tu xeyidî, çima tu min tahm/dahf didî ?

Deng naçê
Keşe ji çangoçê(zangoçê)du sê gavan jê wê da li ser kursiyê rûniştibû bi hêrs pirsî:
-Ma tu her roj bi dizî şeraba pîroz vedixwe?
Çangoç fena ku nabihîze deng nekir.
Keşe bêtir hêrs bû:
-Lawo ez ji te dipirsim! Ma dengê min nayê te?
Çangoç bi nermikî got:
-Na weleh ji vir meriv qet tiştekî nabihîze.
Keşe matmayî ma, got:
-Ne maqûl e! Di nabêna min û te da du sê gav hene, tu min nabihîzî, pir ecêb e!
Çangoç keniya, got:
-Ka were em cî biguhezin wê demê tu yê fêm bikî…
Cî diguhezin. Îcar Çangoç ji keşe ra dibêje:
-Ma xêratên ji bo dêrê tên topkirin tu dixwe ?
Keşe got:
-Tu ne neheq î. Bi rastî jî li vir meriv tiştekî nabihîze !
Çangoç: Kesê li dêrê li çanê, li zengil dixe.

Navê partiyê
Di hilbijartinan da sofî Hesen çû ser sindoqê raya xwe da. Lê dû ra paş da vegeriya û ji serokê sindoqê ra got:
-Ez raya xwe paş da dixwazim.
Serokê sindoqê got:
-Ray paş da nayê dayin, te carê daye. Çima tu paş da dixwazî?
-Ezê nave partiyê li ser binivîsim.
- Navê partiyê li ser rayê nayê nivîsîn, ewê betal bibe.
-Ê wele cara berê min nave partiyê ser nenivîsî raya min çû ji partiyeke din ra.

Telewîzyona bi jêbir
General Kenan Evren piştî darbeya 1980î rojekê dihere Diyarbekrê. Birrek giregirên dewletê û çend şelaf bi dorê dikevin û bîstekê li nava bajêr digerînin. Çend zarok jî didin dû wan. Kenan Evren zarokekî biçûk dike hêmêza xwe û pê şa dibe, ji gede ra dibêje:
-Ka ji min ra bibêbe tu çi dixwazî, ez ji te ra çi bikirim?
Lawikê biçûk jî dibêje:
-Ez telewîzyoneka bi jêbir(sîlgîlî telewîzyon)dixwazim.
Kenan Evren meraq dike, dibêje:
-Çima telewîzyoneke bi jêbir?
-Çimkî her cara telewîzyon te nîşan dide diya min tû yî ekrana telewîzyonê dike, ekrana di xwezîyê da dimîne, ez nikanim programa zarokan baş temaşe bikim. Telewîzyon bi jêbir be ezê ekranê pak bikim…

Nexwestiye gotina wê bibire
Jin û mêr ji bona berdanê hev û du dabûn mahkimê. Hakim ji mêrik pirsî, got:
-Xanima te dibêje tu pê ra napeyive. Ji bo çi serê salekê ye te yek gotin ji pîreka xwe nekiriye?
Mêrik got:
-Ji bo ku min nexwest gotina wê bibirim hakim beg…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE