23 maj 2019

Tenê zimanek kane bi dil ra bipeyive


Meriv çend zimanan bizanibe jî zimanek tenê xîtabî dilê meriv dike. 

Zimanek tenê li ber dilê meriv şîrîn û ezîz e. 

Dil ji wî zimanê fêm dike, ew ji zimanê dil fêm dike.


Yê min jî ezîzê ber dilê min kurmancî ye. Ez tenê bi wî kanim kul û derdê xwe bidim der.


Çimkî ew û kokimê dil bi hev ra mezin bûne, loma jî baş ji hev fêm dikin.

XXX
Azadî, serxwebûn, rojên xweş bi xxwe ewê tu carî neyê li deriyê me nexe, dibê em bi xebata xwe wan bi dest xin.
Parî heta tu necû tu nikanî daqultînî…

XXX
Hûn destên me li kelemçan dixin.
Hûn me tije zindanan dikin.
Hûn me koçber dikin.
Armanca we em ji bindestiya we xelas nebin û negihîjin azadiya xwe.
Lê çawa heta nuha hemû zorbatîyên we netîce neda, ji nuha pê da jî ewê nede.
Emê azad bibin.
Emê welatê xwe rizgar bikin !
Çimkî em naxwazin heta û heta bindest û koleyên we bimînin !


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE