26 maj 2019

Rexnekirina xelkê rehet e



Tiştê ez fêm nakim û herî bêtir pê diqeherim gava yek bi tirkî ji hinekên din ra dibêje: çima hûn bi tirkî dinivîsin, dipeyivin û bi tirkî distirên ? 

Tiştê meriv şaş dît û rexne kir, dibê meriv bi xwe jî wî tiştî neke. 


Bi tirkî meriv ji xelkê ra bibêje bi tirkî nepeyive, nenivîse, nestirê pir komîk e.
Gelo tirkiya hinekan bi feyde ye û ya hinekan bi zirar e ?

Dibê meriv bi xwe neke, dû ra ji xwelkê bixwaze, dû ra xelkê rexne bike.

XXX
Dawiya dawî wetenê(welatê) meriv ê herî rastîn, axa meriv kanibe li ser raweste, mala meriv kanibe têkeve hundur û tê da bisitire zimanê meriv ji zaroktiya xwe da fêr bûye.

Michel Foucault

Erê, zimanê meriv yê zaroktiyê evîna meriv ya pêşî ye, hêlînam meriv ya zaroktiyê ye.

XXX


Wezîrekî Îskenderê mezin hebû, qet qusûreke wî nedigot, qet bala wî nedikişand ser kêmasiyeke wî. Îskender rojekê jê ra got:
-Hewcedariya min bi te tuneye.
Wezîr got:
-Çima fermandarê min?
Îskender got:
-Çimkî ez beşer im. Heger tu hetanî nuha rastî kêmasî û qusûreke min nehatîye maneya xwe tu merivekîcahil î, heger te ser girtiye, wê demê jî tu xayin î.

XXX
 Li gorî Rûdawê nivîsîyê, berpirsê ENKSê yê Kurdistanê Cedan Elî gotiye, Tirkiyê ev çend roj in pîrek/jin û sê zarokên berpirsiyarekî ENKSê Hewas Egîd girtine bin çavan.

Karê xwe pê qedandin, êdî dema girtin û zindankirinê ye. Ji nuha û pê da ewê tiştê wiha bikin. 

Meriv ji tarîxa xwe dersê negre netîce ev e. Dibê Cedan Elî, Hewas û ENKSê baş bizanîbûna tirk rojekê ewê wiha bikin.
Yên tam nebin zilam û sîxurên wan ya ewê biqetînin ya jî bigrin û bavêjin zindanê.

XXX
Gel, ji dînê hukumdarê xwe ye. Xislet, tebîet û kurmê hukumdar derbasî wan jî dibe.
İbn-i Xaldûn
Rast e, Erdogan di nava 17 salan da civata tirk baş şiband xwe. Êdî li Tirkiyê bi hezaran Erdogan hene.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE