05 maj 2019

Rev ne çare ye


Ev 150 sal in em ji welatê xwe ji ber zulma dagirkeran direvin. 

Lê vê revê mesela me hel nekirye, xerabtir kiriye.

Reva Ewrûpayê ne çare ye.

Êdî xelk jî me qebûl nake.


Gerek em kanibin li welatê xwe bimînin, ji bo mayinê li çareyan, li riyan bigerin. Zor e, lê çare jî ev e.

Dibê em tu carî dev ji doz û micadela azadî û serxwebûna welatê xwe berndin.

Riya me dûr e, asê ye, zor û zahmetî pir in.
Lê veger, devjêberdan xerabtir e, ebedîyeta bindestmayinê ye.

Rê çiqasî dûr û dirêj be jî dibê em newestin û dev ji vê rêwîtiya serxwebûnê bernedin. 

Zû dereng emê qezenc bikin.

Yên dev ji micadela xwe bernedin wenda nakin. Tenê yên dev jê berdididn wenda dikin.

Dibê em jî bibin xwedî welat û pasaporeteke netewî. Heta em nebin xwedî welat dawî li rev û koçberiya me nayê. Emê tim birevin û koçber û pêsekiniyê xelkê bin.

XXX
Tiştê herî xerab meriv him ji tiştekî ra bibêje şaş e, bi zirar e, dibê meriv neke û him jî wî tiştî, wî karî bike.
Tiştê meriv got şaş e dibê neke.
Kurd gelek tiştên şaş dibînin dikin û gelek tiştên baş û rast dibînin jî nakin.

 XXX
Carnan ne beden tenê, dil jî diweste
dixwaze bîstekê bîna xwe bigre
bîstekê li xwe guhdarî bike
bifikire
muhaseba rojên borî bike
ne beden tenê, dil jî diweste
Dibê meriv wî jî fêm bike
barê zêde giran lê neke
dil ne trên e
nikane her barî rake

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE