29 maj 2019

Reîs îcar bi rastî jî ketiye feqeke pir xerab !



Tirkiye li Sûriyê ketiye quncikekî teng, ketiye gerînekekê, nikane jê derkeve. 

Ji bo kanibe li Sûriyê li dijî kurdan şerê xwe bidomîne û derên dagir kiriye di bin destê xwe da bihêle, dibê nabêna xwe bi Rûsyayê ra xera neke. Û şertê wê yekem jî  dibê S-400an ji Rûsyayê bikire.

Lê dema nabêna xwe bi Rûsyayê ra xera neke û S-400an bikire, wê demê jî nabêna wê bi Amerîkayê xera dibe...

 
Heger Tirkiye teqle bavêje û S-400an nekire, Rûsya li Sûriyê ewê lê were xezebê û ji Efrînê, ji Idlibê û ji derên din derxe û zirareke mezin bide wê çeteyên Tirkiyê yên îslamî.

Çimkî Rûsyayê Efrîn da Tirkiyê. Rûsyayê nexwesta Tirkiyê nikanîbû bihostek erdê Sûriyeyê dagir bikira.

Yanî hebûna Tirkiyê li Sûriyê bi destûra Rûsyayê ye, roja Rûsya ji Tirkiyê ra bibêje derkeve Tirkiye mecbûr e derkeve.

Lê Rûsyayê Efrîn û derên din belaş neda Tirkiyê, Rûsya dixwaze bi van bertîlan Tirkiyê ji Amerîkayê û NATOyê dûr xe. Destpêka vê jî firotina S-400 in.


Lê li alî din Tirkiye nikane Amerîkayê jî bêminet bike. Li gorî nivîskarê Odatvê Turker Erturk, heger Tirkiye S-400an bikire Amerîka kane Tirkiyê wek  ”Rogue State”  yanî wek dewleta keleş (rêbir, heydûd, eşqiya) îlan bike.

Li gorî Turker Erturk, Tirkiye li dinyayê roj bi roj tenê dimîne, wek dewleteke dijmin”  Rogue State” tê nîşan dan.

Dewleteke qaîdeyan û huqûq nas nake, kes nizane ewê kînga çi bike. Dewleteke piştgiriyê dide terorîzmê û belavbûna çekên kîmyawî. 

Turker Erturk gotiye, heta nuha ”dewleta heydûd ” hatiye îlankirin bê qeza û bela xelas nebûye, miheqeq felaker hatiye serî.

Yanî bi kurtî heger Tirkiye guh nede îqazên Amerîkayê û S-400an ji Rûsyayê bikire, îhtîmal heye Amerîka jî Tirkiyê wek ”Rogue State” yanî wek dewleta heydûd, keleş, eşqîya îlan bike.

Ji ber wê jî Reîs pir ketiye tengasiyê, tû yî jor bike simêl e, tû yî jêr bike rî ye. Lema jî ew û Çavuşoglu ji ser telefonê ranabin, geh telefonî Amerîkayê dike, geh telefonî Rûsyayê. 

Tiştek pir eşkere ye, îşê Reîs zor e. Hela ka em binêrin  ewê Pûtîn û Trump bi hev ra çawa razî bike.

Dibê em ji bîr nekin, Rûsya ji bo ku nabêna Amerîkayê/NATOyê û Tirkiyê xera bike, kane him kurdan bi rehetî bike qurban û him jî Esed bifroşe. Ji ber wê jî dibê em kurd tu carî baweriyê bi rûsan neynin, ji bo me Rûsya ne dîwarekî em pişta xwe bispêrinê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE