28 maj 2019

Nêçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Kurdistanê



Parlamentoya Kurdistanê îro Nêçîrvan Barzanî bi 68 rayan wekî serokê nuh yê Herêma Kurdistanê hilbijart. 

Bi baweriya min hilbijartina serokekî baş bû, zêde dirêjirin xerab bû. 

Xwedêgiravî PDKê û YNKê li ser serokatiya Nêçîrvan Barzanî li hev kiribûn.


Lê YNK beşdarî civîna îro nebû û Nêçîrvan Barzanî ji 81 parlamenterên beşdarî civînê bûbûn, bi 68 rayan hat hilbijartin.

Meriv fêm nake YNK çi dixwaze û çima wiha dike?

Ev şêla YNKê ne li kara kurda ye û ne jî li kara YNKê bi xwe ye.

Îro roj di nabêna YNKê û PDKê da tifaq û yekîtiya herî xerab jî ji bêtifiqiyê sed qatî baştir e.

Dirêjkirina meselê ne baş e, pir dirêj bû, dibê êdî li hev bikin.

Lema li gel hemû kêmasiyan jî ez hilbijartina Nêçîrvan Barzana baş dibînim û pîroz dikim.

Tu kara kurdan û YNKê di teşxeleya bi PDKê û Goranê ra tuneye, baş xerab dibê li hev bikin û yekî bikin serok.

Lê tiştê meriv ji beyana YNKê fêm dike ev hevîr ewê hîn gelek av hilîne…

Ez çi bibêjim, qey nifir li me bûye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE