19 maj 2019

Navên wan çi bin jî hemû kemalîst û ant-kurd in



Serokên çend partiyên tirk û gelek giregirên dewletê ji bo bîranîna Ataturkên xwe û 19ê gulanê îro li Samsûnê hatin ba hev. Xwedê kir kurd di nava wan da tunene.

Erdogan, Bahçelî, Perînçek, Kiliçdaroglu, Karamollaoglu hemû bi hev ra li Ataturkê xwe xwedî derketin û ew kirinên wî yad kirin.


Ji xwe navê partiyên wan çi be, îdeolojî û baweriya wan çi be jî, partiyên tirk wek vî rismî, hemû wek hev in û hemû jî neyarên kurdan in.

Hûn qet guh nedin navên partiyên cihê û teşxeleyên wan yên carnan. Dijayetîyên nabêna wan çiqasî kûr bin jî gava mesele dibe kurd û Kurdistan, li hemberî me tavilê hemû dibin yek. 

Ev risim îspata wê ye. Navê wan çi be jî giş kemalîst, pantirkîst û antî kurd in. Ev yek îdeolojiya wa nya netewî ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE