10 maj 2019

Min got vê carê jî xwe rexne bikim !



Ez tim partiyan û siyasetmedaran rexne dikim, min got di vê nivîsa xwe da jî xwe rexne bikim.

Ez li vir her roj nebe jî lê gelek caran partiyên siyasî, berpirsiyar û serokên wan rexne dikim, carnan jî aqil didim wan.

Ez li mala xwe rûniştime û li gorî kêfa dilê xwe dinivîsim û xelkê rexne dikim,  kêmasî û şaşiyên wan rêz dikim. 

Mimkûn e di rexneyên xwe da carnan bi heq im, carnan tiştê rast dibêjim. 

Lê tu carî şaşiyeke xwe, kêmasiyeke xwe nabêjim...


Rexneyên min here were tim li xelkê ye, ilim jî li siyasetmedaran û li partiyan e, ez bêqusûr û bêkamîsî me. 

Çimkî tu carî xwe rexne nakim, li ser kêmasî û şaşiyeke xwe tiştekî nanivîsim. 

Ji ber ku ne serok û berpirsiyarekî partiyekê me serê min vehesiyayî yen kes ji min tiştekî dixwaze.

Ji ber ku ez ne serok û berpirsiyarê pariyekê me kes jî min rexne nake, di hedefa rexneyan da tim partî û siyastmedar in.

Em kesên derî partiyan kevir û kuçikan tim li siyasetmedar û li partiyan dibarînin.

Yên xwe diwestînin, yên vir da û wê da baz didin, yên dixebitin ew in. Û em jî rexne dikin.

Karê wan xebat e, karê me jî rexnekirine.
 
Weleh xêra Xwedê ye.

Yên wexta xwe didin karê siyasî, gelekê  caran jî perê xwe mesref dikin siyasetmedar in û yên dibin hedefa rexneyan jî ew in. 

Helbet siyaset bêyî rexne nabe, dibê meriv kêmasî û şaşiyan bibêje. Lê li alî din dibê meriv teqdîr û şêkir jî bike. 

Ne bi qasî rexneyan be jî lê ez carnan teqdîr dikim û dibêjim mala we ava be.

Ez ji tecrûbeya xwe zanim, siyaset karekî pir zor e. Bi taybetî jî siyaseta kurdan, tu çi bikî jî tim hinekên ne razî hene. 

Lema jî carnan dilê min bi siyasetmedaran dişewite, gunehê min bi wan tê. Ew jî kanin nekevin bin berpisiyariyê, nebin endam û berpirsiyarên partiyan û wek min ji xwe ra rehet bikin.
 
Lê camêran wer nakin, fedekariyê dikin û dixwazin ji gelê xwe tiştekî bikin. Lê di nava xebatê da hin şaşiyan jî dikin. Ev jî normal e. Meriv xebata siyasî kir carnan şaşiyan jî dike. Ancax kesê tu karî neke şaşiyan nake.

Spas ji hemû siyasetmedarên welatparêz yên aktîv ra, mala we ava be. Erê em carnan neheqiyê li we dikin, lê bê rexne jî nabe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE