14 maj 2019

Miletên wek me bindest çawa rizagar bûn?


Hemû miletên ji binê nîrê bindestiyê û dagirkeriyê rizgar bûne nasyonalîzim yanî berjewendiyên netewî di ser hemû îdeolojiyan ra girtine û bi vê riyê kanîbûna yekîtiya xwe çê bikin û bigihîjin azadiya xwe.


Nasyonalîzim, îdeolojiya netewî bûye zamq û çîmentoya yekîtiya wan.

Bi xêra nasyonalîzmê hêz û partiyên ji her fikir û baweriyê gelşên nabêna xwe xwe dane alieykî û hatine ba hav û bi hêza yekîtiya xwe ya netewî derketine pêşberî dijminên xwe û dinyayê.

Û di netîceyê da serxwebûna xwe îlan kirine û bûne xwedî dewletên serbixwe.

Li her dera dinyayê hemû tevgerên netewî bi riyê rizagar bûne. 

Ji ber ku me kurdan wek miletên din tu carî nikanîbûye yekîtiya xwe ya netewî çê kin, lema jî em heta îro bindest mane û nebûne xwedî dewleteke netewî. 

Şêxekî, mîrekî, begekî, axayekî serî hil da ye, deh şêx, mîr û beg û axa li dij derketine ya jî bûne hevalên dijmin.
Ev bêtifaqî îro bi rengê partiyan dom dike. Lê netîce her yek, yekîtiya netewî çê nabe.

Heger em nasyonalîst bûne me yê fikir û îdeolojiyên xwe yên cihê bida aliyekî û emê li dora fikir û îdeolojiya netewî bihatana ba hev.

Lê ji ber em wer nakin lema jî çep, rast, dîndar, ne dîndar. îslamî nayên ba hev. Çimkî em îdeolojiyên xwe yên sinifî, dînî di ser berjewendiyên netewerî ra digrin.

Ez viya bi taybetî ji bo bakurê Kurdistanê dibêjim.

XXX
Kurdên hîn jî hêviyekê ji Ahmet Davutogluyê daişî û ji Gul dikin pir eyb dikin, herdu jî bi qasî serê derziyê jî ji Erdogan ne çêtir in. Heta do herdu jî aqilmendên Erdogan bûn.

Tu ferqeq tevgera îslamî ya tirk ji MHPê tuneye, herdu hereket jî panturkîst û antî kurd in.
Iyi Partî(IP) çi be, tevgera Davutoglu û Gul jî ew e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE