01 maj 2019

Mêrxasekî kurd !



Min kitêba Faris Medenî Marsîl ya li ser jiyana kurdperwerê hêja û îdolê xortên salên 1970î Muhterem Bîçîmlî ”Mêrxas Hebûn Hevalo” du roj berê qedand.

Kitêb 236 rûpel e û salê çûnî (2018) di meha hezîranê da bi minasebeta 40 saliya wefata wî ji alî weşanxaneya Nasê ve hatiye weşandin.
Li ser kurdperwerekî canfîda xebateke hêja ye.


Bi vê xebata xwe ya li ser têkoşîn û jînenegariya Muhterem Bîçîmlî, Faris MedenîMarsîl karekî pir baş kiriye. Ez wî pîroz dikim, mala wî ava be. Li hemberî kurdperwerekî fedekar, canfîda û hevalekî xwe yê siyasî qedirşînasiyeke hêjayî teqdîrê kiriye.

Di destpêka kitêbê da Faris qala jiyan û xebetên Muhterem dike, wî bi xwendevanan dide naskirin û ji micadele, xebat û serpêhatiyên wî hin numûneyan dide. 

Meriv dibîne Muhterem Bîçîmlî zêde nejiyaye, dema di wê qeza bêyom da wefat kiriye 34 salî bûye.

Lê di vê jiyana xwe ya pir kin da ji gelê xwe û Kurdistanê gelek xebatên mezin û girîng kirine.
Komele ava kiriye.
Bûye endamê partiyan.
Mahkûm bûye.
Reviya Ewrûpayê, vegeriya ye.
Ketiye zindanan.
Xwendin û nivîsandina kurdî fêr bûye, werger kiriye, di dawet û şevan da şiîr xwendiye.
Keça xwe kiriye stranbêj.
Bi egîdiya xwe bûye îdololê xortan.
Li bajarê xwe bûye merivê daw û dozan û şexsîyetekî bi qedir û qîmet û giranî.

Bi kurdî di vê jiyana xwe ya pir kin da gelek xebat û tiştên hêja kirine û bûye aktor û şahidê gelek bûyerên tarîxî.

Di salên şêstî, heftêyî û heyştêyî da wiha bû, pêşengên tevgera netewî xort bûn, xort zû dikevin nava xebatên siyasî. Muhterem Bîçimlî jî yek wan xortên fedekar û canfîda bû û bi rengekî profesyonelî micadela xwe didomand.

Albûmeke li dora 30-40 fotografan ya Muhterem û malbata wî û hin dost û hevalên wî di kitêbê da cî digre. Bi van risman meriv Muhterem Bîçîmlî û malbata wî ji zaroktiyê heta roja wefata wî konkret dibîne û nas dike. Van fotografan kitêb dewlemendtir kiriye...

Di dawiya kitêbê da 15 kesan, nas, dost û hevalên wî û keça wî Laleşê li ser Muhterem Bçîmlî qala hin serpêhatî û bîranînên xwe kirine. Û bi vê riyê jî meriv îmkanê dibîne Muhtrem bi çavên gelek kesan û ji gelek alî da nas bike.

Hemû nivîs ne nuh in, hinekên wan di sala 2008a da bi minasebeta 30 saliya wefata wî û hin jî par hatine nivîsîn. 

Lê her dost û hevalekî wî qala meziyet û mêrxasiyeke wî kiriye, qala hin bîranîn û serpêhatiyeke xwe ya pê ra kiriye. Vê yekê jî Muhterem bêtir bi me daye nasîn.

Di nava nivîsan da ya herî bêtir Muhterem bi me dide naskirin nivîsa Salim Çelîker e. Salim Çelîker, bi Muhterem Bîçîmlî ra panaromayek, kurtedîrokeke salên 1970 û heta 1980î jî raxistiye ber çavên xwendevanan.

Salim Çelîker di nivîsa xwe da bi kurtî qala bîranîneke min û xwe û Muhterem jî kiriye.

Sala 1975a bû. Heger şaş di bîra min da nema be li Rihayê xortekî swêregî ji alî polîsekî ve ahtibû kuştin. Me çend komelên li Ruhayê û hin qezayên wê mitîngek organîze kir. Ciyê mitîngê li ser riya Swêregê li derekê bû. Lê ne derî bajêr bû.

Ezê jî li ser navê komeleya Wêranşarê bipyiviyama. Kesî nizanîbû lê ez endamê partiya KDP-T bûm. Min dixwest di axaftina xwe da tiştekî şaş nebêjim, axaftineke xweş û li gorî partiya me û dilê hevalan bikim. Lê xort bûm û cara pêşî bû ezê li hemberî bi hezaran kesî bipeyivîyama. Loma jî pir bi heyecan bûm. 

Berî mitîngê min çavê xwe li hevalan gerand, min Muhterm dît. Ez pê ra zêde ne samîmî bûm, lê me hev nas dikir û me zanîbû em hevalên hev in, em ”şivancî” bûn. Muhterem yekî bi nav û deng bû û me bi serbilindî digot ew hevalê me ye.

Di nava wê qelebalixê da min ji Muhterem ra got, min mafê axaftinê girtiye. Heger hevalek alî min bike, em bi hev ra metnekê amade bikin ewê baş be.

Muhterem ji yê li kêleka xwe ra got herin bi hev ra tiştekî amade bikin. Ew Salim Çelîker bû. 

Min Salim nas nedikir. Li hinda parka Qerekopriyê em çûn li qahweyekê rûniştin û me tiştekî  bi tirkî hazir kir. Lê nivîs ne bi dilê min bû. Min fedî kir bibêjim ev nabe, lê min di dilê xwe da biryar da ezê wê metna bi tirkî nexwînim û ezê bi kurdî bipeyivim. Em çûn qada mintîngê. 

Û dema dora min hat, ez derketim ser kursiyê, min berê çend rêz ji helbesta Cegerxwîn ”Kî me ez” xwend û dû ra jî bi kurdî peyivîm. Min li dijî zulma dewletê, terora polîs û xulamtiya axa, beg û hevkarên dewletê bi heyecan çend gotin gotin.

Belkî ev cara pêşî bû yek di mitîngekê da bi kurdî dipeyivî, qiyamet rabû, grûba Wêranşarê, Swêregê dest pê kirin slogana ”kurda ra azadî” qîriyan. Ez pir kêfxweş bûm, pişika min nepixî, min karekî pir baş kiribû. 

Salim Çelîker di rûpela 185a da bi kurtî wiha qala vê bûyerê kiriye:

”Berî mintîng dest pê bike Vahap Kumruaslan(Zinarê Xamo) hat cem me. Min ew nas nedikir, lê Muhterem ew nas dikir. Wahap ewê di mintîngê da bipyiviya. Xwest Muhterem alîkariya wî bike. Muhterem li min vegeriya da ku em jê ra tiştekî binivîsin. Di nîvê mitîngê da Wahap derket ser kursiyê û dest bi axaftina xwe kir. Me bala xwe dayê bi kurdî bêyî li kaxetê binêre diaxife. Em bi vê şêla wî ya kurdî di ser tirkî ra girt kêfxweş bûn.”

Kitêbeke xweş e, bi xwendina wê meriv him kurdperwerekî fedekar û canfîda nas dike û him jî ji xabat û micadela kurdan ya ji salên 1960î heta bi 1980î haydar dibe, dibe xwedî fikir.
                          
Di rûpela 215a da Şêx Ûsif Yeşîl qala kuştina Şahanê qaçxaçî û mitînga Sirûcê dike, lê şaş e, båyer å mitêng ne li Sirûcê, li Wêranşarê bû.

Şêx Ûsif Yeşîl wiha gotiye:

"Li Sirûcê çend kes ji binxetê derbasî serxetê bûbûn. Yek ji wan navê wî Şahîn bû. Qumitanê qereqolê hemûyan gulebaran dike û dikuje." 


Û dibêje ew çûne vê mitînga Sirûcê û bi rêda ew girtine.

Navê kesê hatibû kuştin Şahan bû û ji Wêranşarê bû. Me ji bo wî mitîngek li Wêranşarê çê kir. 


Yanî bûyera Şêx Ûsif qal kiriye ne li Sirûcê, li Wêranşarê li ser sînorê Serê Kaniyê bûbû û mitîng jî me li Wêranşarê çêkir.
Ez yek ji berpirsiyarê wê mitîngê bûm. Grûba Farqînê tê bîra min. Di nava wan da yekî dirêj û bi kumekî tiftik hebû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE