18 maj 2019

Li Swêd jî kurdên berdevkiya Daîşê dikin hene



Çi heyf li Swêd jî kurdên hîn berdevkî û abûqatiya Daîşê dikin hene.

Ev çend roj in polîsê Swêd li ser daxwaza SAPOya Swêd (polîsê îstîxbaratê) 5 meleyên ereb girtine.
 
Li gorî medyaya Swêd dinivîse îhtîmal heye wan dersînor bikin, yanî teslîmî welatên wan bikin.


Bi qasî agahiyên medya belav dike polîs dibêje têkliya wan bi Daîşê ra heye, alîkarî û propagandeya Daîşê kirine, ji Daîşê ra meriv peyda kirine, di warê aborî da Daîşê fînanse kirine.

Lema jî ew ji bo ewlekariya Swêd tahlûke ne.

Îslamîstên heval û dilsozên Daîşê îro li Stockholmê ji bo piştgiriya kesên girtî meşek çê kirin, girtina wan protesto kirin û xwestin her pênc îmam jî serbest werin berdan. 


Di tewlewîzyon û medyaya Swêd da li ser navê  komeleyeke bi navê ”Islamiskt Kurdiskt Kultur Centrum” ê (Merkeza Kulturî ya Îslamî-Kurdî ) yekî bi navê Muhsîn Asinger peyivî, kesên girtî parast û girtina wan protesto kir, got ew merivên bêsûc in û dibê werin berdan. 

Got sûcê wan çi ye, ji bo çi hatine girtin dibê polîs eşkere bike…

Ji navê komelê û paşnavê wî(Asinger)meriv fêm dike ew kurd e û bi îhtîmaleke mezin kurdekî bakur e.

Yanî kurdên hîn jî bi Daîşê ra ne hene û bêyî ku şerm bikin li Swêd jî van neyarên kurdan diparêze.

Ereb, tirk û îslamîst biaqil in, ew bi xwe dernakevin pêş, kurdekî wek maşe bi kar tînin.

Li Swêd bi hezaran ereb, tirk, somalî û îslamîstên ji ”Muhsîn Asinger” pir zanatir û jîrtir hene, lê di medyayê da ew dan peyivandin. 

Çimkî dixwazin kurdekî bûye neyarê qewmê xwe derxin pêş, wî wek maşe bi kar tînin.

Ev cara pêşî ye ez navê ”Muhsîn Asinger” û vê komeleyê dibihîzim. Maneya xwe li Swêd jî kurdên bi Daîşê ra hene, ya na ewê piştgirî nedana meleyên Daîşê. 

Piştî qetlîamên ereban û îslamîstan li Şengalê û li Kobanê hîn jî kurdên hevaltî û abûqatiya ereban û merivên Daîşê dikin hene. Em miletekî pir bêşans û bextreş in…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE