20 maj 2019

Li Kurdistanê dilşadî û şahiyên şampîyoniya GSê !



Bi hezaran keç û xortên kurd.

Yanî hêviyên me û pêşerojên kurd û Kurdistanê. 

Yanî zarokên miletê bindest û welatê dagirkirî do êvarî li hemû bajarên Kurdistana bakur bi dilşadî û coşeke pir mezin, fena ku Kurdistan çê bûbe şampîyoniya GSê pîroz kirin.


Li Diyarbekrê, li Rihayê, li Mêrdînê û li gelek bajarên din bi hezaran keç û lawên kurd bi kêfa şampîyoniya GSê serxweş bûbûn û bi slogan û qîjewîeke mezin erd û ezman dihejandin.

Ji kêfa bi cuzbê ketibûn, pir kêfxweş bûn, li Diyarbekra dagirkirî zafera GSê, zafera taximekî neyarê xwe pîroz dikirin…

Gelek welatparêzên kurd ji vê bêşişûriya xortên kurd diqeherin û gazinan dikin, dibêjin gerek wiha nebûya.

Na, belovacî wê, dibê wiha be.

Tu çi biçînî tu yê wê biçine.

Birayên delal ne sûcê wan e. 

Sûcê me ye.

Sûcê dê û bavên wan e.

Sûcên partiyên kurd e. 

Me ew zanîn, ew şiûr nedeya zarokên xwe.

Me, dê û bavên wan, civata kurd ew nekirine kurd, zanîn û şiûrekî netewî nedaye wan zarok û xortan.

Gava meriv xwe miletekî cihê nebîne netîce ev e.

Dê û bavên wan xortan, wan zarokan xwe miletekî cihê, miletekî bindest, xwediyê welatekî dagirkirî û tirkan jî dijminên xwe nabînin. 

Gava dê û bav, civat xwe miletekî cihê, welatê xwe dagirkirî û GSê jî wek taximê miletê dagirker nebîne zarokên wan jî ewê bibin fansên dijminên xwe.

Me şiûra em kurd in, ew tirk in, GS taximekî tirk e, dewleta tirk welatê me dagir kiriye, dibê em welatê xwe rizgar bikin, dibê em jî wek tirkan bibin xwedî dewlet, nedane zarokên xwe.
Sebeb ev e.

Gava tu vê zanînê û şiûrê nedî zarokan helbet ewê bibin heyran û terefdarên taximê dagirker û neyarê xwe.

Hûn zarokên min bikujin jî serketina taximekî tirk pîroz nakin, tu carî bi şampîyoniya taximekî tirk dilşa nabin, belovacî wî pê diqeherin.

Gava meriv xwe milet nebîne, ne li pey avakirina dewletê be, evîna Kurdistanê nexe dilê zarokên xwe, vê şiûrê nede zarokên xwe netîce ewê ev be; zarokên me ewê bibin fansên û amîgoyên GSê û neyarên xwe.

Sûcê me ye, me zarokên xwe bêşiûr mezin kirine, me hîştiye bibin fansên, dilxwazên Tirkiyê û taximên tirk.

Zarokên bi kurdî nizanibin û bi muzîka Îbrahîm Tatlises û Muslum Gurses mezin bûbin nabin kurd, ewê bibin fansên GSê, FB, BJKê.

Ev îş wiha ye.

Sûc sûcê me ye, sûcê dê û bava ye

Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.

Heta serokê me om be, xwelî ewê tim li ser serê me kom be…
Loma jî dibê qulba me hemûyan Kurdistan be.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE