29 maj 2019

Kî dostê kurdan be ew dijminê Tirkiyê ye û kî dijminê kurdan be ew dostê Tirkiyê ye


Hedefa Tirkiyê li tu beşekî Kurdistanê kurd azad nebin, nebin xwedî welatekî serbixwe ya jî dewleteke federal. Ji bo viya Tirkiye tiştê neke tuneye. 

Ev siyaset, ev dijminatiya kurdan, ji roja Tirkiye ava bûye û vir da ye Tirkiyê û tirkan kiriye siyaseteke xwe ya netewî, ya ”beka”yê, yanî ya man û nemanê, şertê hebûn û berdewamiya xwe.


Tirk dibêjin heger li Sûriyê Kurdistan çê bibe hebûna Tirkiyê dikeve tahlûkê, di pêşerojê da kane Tirkiye nemîne. Lema jî dibê em nehêlin ne li Sûriyê û ne jî li beşekî din yê Kuristanê kurd bibin xwedî dewlet.

Helbet ev vir e, lê dibêjin û xistine serê her tirkî jî. Lema jî hedefa Tirkiyê û tirkan li dinyayê kurd nemînin, hemû kurd bihelin, bibin tirk, ereb û faris û hwd.

Yanî meriv kane bibêje ev îdeolojiya tirkan ya irqçî û jenosîdal wek milet hebûna me xistiye tahlûkê; çimkî armanca wan qirkirina me ye.

Erdogan û berpirsiyarên Tirkiyê vê dîtina xwe her roj dubare dikin. Dibêjen heta em wek dewlet hebin emê tu carî nehêlin kurd li beşekî Kurdistanê azad bibin û Kurdistan çê be.

Dostiya Tirkiyê ya bi Rûsyayê ra û şer û teşxela Tirkiyê ya bi Amerîkayê ra li ser vî esasî ye.

Ji bo ku Rûsyayê destûr da Tirkiye Efrînê dagir bike û şerê kurdan bike, Tirkiyê S-400 jê kirî û bû ”mitefik” û ji bo ku Amerîka wek Tirkiye dixwaze dijminatiya kurdan nake, alîkariyê dide wan, nabêna Tirkiyê pê ra xera bûye.

Yanî dostî û dijminatiya Tirkiyê bi her kesî ra li gorî dostî û dijminatiya wan ya bi kurdan ra ye; dostê kurdan dijminê Tirkiyê ye, dijminê kurdan dostê Tirkiyê ye. Ev her tim wiha ye.

Tirkiyê li Îraqê û li Sûriyê nîşan da ew kane her xerabiyê bi kurdan bike, kane li dijî kurdan bi her kesî ra bibe heval û piştgiriyê bidê. 

Hevkarî û piştgiriye bi Daîşê û hêzên îslamî ra îspata vê ye.

Tirkiye di vê siyaseta xwe ya antî-kurd da piştgiriyê ji Îranê, Îraqê jî digre; heta meriv kane Sûriyê jî tevê bike.

Her kurd êdî viya baş zane. 

Lema jî gerek em siyaseteke li gorî vê realîteya heyî bimeşînin. Dijminê mme ev e û vê siyasetê dimeşîne. Em nikanin bibêjin weleh me nizanîbû filan dijminê ewê wiha bike. Yê viya bibêje ya pir nezane ya jî vira dike.

XXX
Dema serî vala be xwejidandin, xwegivaştin beyhûde ye, ji totikê vala peyveke biaqil dernayê. 

Ji bo kirina peyveke biaqil û aforîzmekê îrfan lazim e, îrfan !
Tupa macûnê vala be heta ji te yê bijdîne, tişt jê dernayê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE