23 maj 2019

Ji bo ku piştgirî dabû referandûma Kuridistanê Tirkiyê wîze neda Mûna Qahwecîya tirkmen



Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Mûna Qehwecî, ji ber ku piştgirî daye referandûma serxwebûna Kurdistanê  ya 2017a û ji bo ku endama Encûmena Bilind a Referandûmê bûye, Tirkiyê wîze nedayê.

Mûna Qehwecî ji Rûdawê ra gotiye, ji bo ku ew here Tirkiyê wîze xwestiye, lê Tirkiyê wîze nedayê û pasaporta wê paş da lê vegerandine. 


Li ser pirsiyara sebebê nedana wîzeyê, jê ra gotine çûna wê ya Tirkiyê yasax e, Tirkiye wîzê nade wê.

Ev skandal e û dijminatiyeke mezin e û gerek hukûmeta Kurdistanê li hemberî vê neyartiya Tirkiyê ya bi Mûna Qahwecî ra bêdeng nemîne, tiştekî bibêje. 

Ev dijminatîya Tirkiyê bi Mûna Qahwecî ra di eynî wextê da dijminatiya bi kurdan û bi hukûmeta Kuristanê ra ye. 

Dibê serokwezîrê Kurdistanê, hukûmet û parlamentoya Kurdistanê vê kîn û neyartiya Tirkiyê ya bi Mûna Qahwecî  ra li hemberî xwe qebûl bike, Tirkiye ji bo ku Mûna Qahwecîyê piştgirî da referandûmê vê kînê pê ra dajon.

Bêdengiya serokwezîr û parlamentoyê ewê şermeke mezin be…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE