14 maj 2019

Îslamîstên kurd heta dev ji peyatiya îslamîstên tirk bernedin nabin tevgerên netewî


Bi baweriya min me çepên kurd jî bi hevaltiya bi çepên tirk ra gelek zirar dît, gelek şaşî kir.

Lê em tu carî nebûn peyayên wan û dewletê.
Çimkî em kes û tevgerên netewî bûn, em dilsozê welat û gelê xwe bûn.

Ji ber ku me xelasiya gelê xwe di çepîtiyê da didît lema em bûbûn çep, komunîst.
 Lê roja me dît çepên tirk ne samîmî, durû ne, li dijî azadî û serxwebûna me ne, em ji wan dûr ketin, me rêxistin û partiyên xwe yên kurd û Kurdistanî ava kirin.

Û ev 60 sal e em wek tevgerên netewî li dijî dagirkeriyê micadela xwe didomînin.


Lê tevgerên kurd yên îslamî dev ji peyatiya dewletê û îslamîstên tirk yên neyarên kurdan bernadin.

Çend îstîsna ne tê da, piraniya îslamîyên kurd hîn û hîn jî wek peyayên dewletê, AKPê û îslamîstên tirk yên pantirkîst û antî kurd dipeyivin, hîn xwe mitefikê van neyarên kurdan dibînin, hîn qedir didin wan îdeolog û nivîskarên îslamîst yên tirk.

Kurdên bi riya dîn bûne hevalên tirkan carê bi wan ve zeliqî ne, qetandina ji wan nuha mimkûn xuya nake.

Yên piştî tofana Şengalê û wahşeta Daîşê jî ji tirkan û ji ereban(rast, çey, dîndar zêde ferq nake) dûr nekvin, tu carî îflah nabin û nabin tevgereke netewî.

Dûrketina îslamîstên kurd ji îslamîstên tirk nuha mimkûn xuya nake. Îslamîstên kurd heta dev ji peyatiya îslamîstên tirk bernedin nabin tevgerên netewî.
XXX
Bînalî Yildirim hîn jî dibêjie rayên wî hatine dizîn.
Meriv şerm neke, li ber xwe nekeve kane her tiştî bibêje.
Lîwik di mala xwe da diz girt. Ban bavê xwe kir, got bavo min diz girtiye.
Bavê wî got:
-Berde, bira here.
Lîwik got:
-Bavo ez berdidim, lê ew min bernade.
Mesela Bînalî Yildirim jî ev e…

XXX
Li gorî hin xeber û îdîayên di medyayê tirk û alman da belav dibin, Tirkiye ji Rûsyayê ewê dev ji kirinîna fuzeyên S-400î berde.
Mimkûn e.
Erdogan e ji bo kursiya xwe biparêze û zirarê bide kurdan tiştê neke tuneye, kane her teqleyê bavêje.
Lê Pûtînê çi cezayî bidê ew jî tiştekî din e…

XXX
Hin kesên heta çend sal berê her roj dinivîsîn û wek bilbilan qebeqeba wan bûn, aqil didan partiyên kurd, nuha xwe melisandine, qet deng ji wan dernakeve. Li hember zorbatî û zulma Tirkiyê xwe kerr û lal kirine. 
Di demên wiha da eyarê kê çi ye baş diyar dibe.
Ez nabêjim bi her kes bi Rustemê Zal be. Lê qet nebe dibê meriv nîşan bide meriv li dijî vê rejîma faşîst e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE