02 maj 2019

Îslamîst çima neyartiya Rojava dikin ?


Dijminatî, kîn û nefreta îslamîstan ya li hembrî Rojava ji ber kompleksa xwebiçûkdîtinê ye; ji ber dilbijokiya halxweşiya, refaha Rojava ye. 

Çimkî welatên misilman jî wek Rojava ne pêşketî ne, ne di nava refahê da ne, lema ji Rojava diqeherin û dijminatiya Rojava dikin.


Ji ber ku dilê wan dibije pêşketin, dewlemendî û debdebeya, îhtîşama Rojava. Pêşketina Rojava civatên misilman dîn dike.

Rojava di her warî da sed qatî, hear qatî ji welatên misilman pêşdatir e, zengîntir e. 

Rojava firiyaye asîmanan, civatên misilman bi erdê ve zeliqîne, perîşan in, heta hûn bixwazin paşdemayî ne. Însan bêkar û birçî ne. Demokrasî, azadî tuneye. Û ya herî mihîm jî însan ji pêşeroja xwe û zarokên xwe bêhêvî ne. 

Hêviya wan rev û koça Rojava ye.

Lema jî dilê îslamîstan û misilmanan dibije Rojava. 

Lê ji ber ku nikanin wek Rojava bibin jê nefret dikin, dijminatiyê pê ra dikin. Li hemberî Rojava cîhadê îlan dikin, li vî bajarî û wî bajarê Rojava û welatên xiristiyanan terorê dikin.

Him direvin wir, him li wir disitirin û him jî jê nefret dikin, êrîş dikinê, cîhadê li hemberî Rojava û xiristiyanan îlan dikin.

Ji dêlî ew jî bixebitin û bi pêş kevin û wek Rojava bibin civatên pêşketî û halxweş, neyartiya Rojava dikin.

Dilê meriv nabije halê feqîr û belengazekî. Meriv ji hejar û feqîrekî, ji parsekekî, ji yekî ji xwe kêmtir naqehere, dijminatiya wî nake. 

Dilê meriv dibije yê halxweş, yê di nava hebûnê da ye û kêf dike. Û meriv ji wî didexise, dijminatiya wî dike.

Rojava di ilm, teknîk û aborîyê da, yanî di her warî da ji civatên misilman bi rengekî bêhed û bêhesab pêşdatir e, zengîntir e.

Lema jî hêzên îslamî, civatên misilman yên feqîr û paşdamayî ji Rojava diqeherin, didexisin û dijminatiya wan dikin. 

Di bingeha îdeolojiya îslamî ya antî-xerb da ev dilbijokiya Xerbê heye. Ji ber ku ne wek wan in, nikanin wek wan bibin, dijminatiya wan dikin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE