12 maj 2019

Îro jî Ahmed Kanî mîvanê Stockholmê bû



Heyran bi Xwedê havalên PAKê yên Swêd nahêlin em dawiya hefteyekê li mala xwe rehet bikin. Her roj karekî, çalakiyekê dikin. Nahêlin meriv hinekî bîna xwe bigire. 

Do semînera kekê Omer Şêxmûs bû, îro jî sîmenera Ahmed Kanî bû. 


Ew hemû bi antraman in û piraniya wan jî li gorî min xort in, lema jî ne xema wan e. Lê kalê wek min zahmet e xwe adepteyî tempoya wan bike.





Semînera îro li ser rojnameya Kurdistanê bû.


Ahmed Kanî, li ser rojnameya Kurdistanê wek teza xwe ya zanîngehê lêkolînek kiriye û ev berhema wî ji alî Weşanxaneya APACê ve hatiye weşandin. 


Semîner li ser vê xebata wî bû. 

Navê berhemê ”Analîzek li ser rojnameya Kurdistanê” ye.  Kitêb 163 rûpel e û îsal (2019) ji alî APECê ve hatiye weşandin.


Ahmed Kanî li Zanîngeha Artukluyê ev berhem wek teza xwe ya mastirê nivîsî ye. 


Ahmed Kanî di semînerê da bi kurtî qala naveroka teza xwe kir û ji naverokê hin numûne dan. 


Spas ji bo Ahmed Kanî, weşanxaneya APACê û hevalên PAKê û hemû kesên civîn organîze kirin.


Spas ji bo Kitêbxaneya Kurdî jî. Li Stockholmê ew bûye cî û meskenê kurdan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE