22 maj 2019

Îro ez erzan ji feqa dekbazan xelas bûm


Li dinyayê pînc, kalpazan, sextekar, dekbaz û fêlbazên înternetê pir bûne, meriv nizane xwe ji kîjanî biparêze, ji kîjanî neparêze.

Bîstek berê e-meîlek hat posta min a hotmailê. Fena ku ji ”Postnordê” hatibe. 


Di e-meîlê da digot ”ji te ra pakêtek hatiye, lînka jêr bitikîne !”

Min tam dikira bitikan da lê ji nişka ve aqilek hat min, min ji xwe ra got, min tiştek temî nekiriye, ev çi pakêt e yaho? 

Ez ketim dudilê ye.

Min pê li lînkê nekir.

Lawikê me yê biçûk li mal bû, min ban kirê, min got Rojen hele were ev çi mesele ye, ez ji vê e-mailê ketim şikê!

Rojan hat lê nêrî, got şansê te hebû pê lînkê nekir. Heger te pê lê kira ewê hemû agahîyên di telefona te da û şîfreyên te yên bankê bi dest xista ya jî ajanek têkira telefona te û belkî tu rût û repal bikra !

Min got tobe ya Rebî tobe, Xwedê hevza meriv ji tofan û bobelatê giran bike, baş bû ”sera pîra” min xwe perîşan nekir !

Tiştên wiha û daxwaza hevaltiyên jinên tazî her roj ji min ra tên, lê ez tavilê davêjim. Bi piranî beloq in , meriv dibîne pîncîtiyek tê da heye. 

Lê ya îro wek e-maîleke Postnordê bû û lema jî tu nemabû ez bixapim û pê li lînkê bikim. 

Axirê Xwedê li gunehê min nêrî û min netikand û ez di newêl wernebûm, neketim feqa dekbazan.

Bira haya we ji we hebe, zû bi zû pê li tu lînk mînkan nekin…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE