06 maj 2019

Hin kurd bûne evîndarên celadê xwe


Ez bawer nakim li dinyayê bêyî kurdan tu kesên din bibin heval û heyranên dagirkerên welatê xwe, qatil û celadên gelê xwe.

Dînekî, renteleyekî filistînî û ereb jî ala Îsraîl û rismê avakar û serokwezîrê Îsraîl yê pêşî David Ben-Gurion li mala xwe, li cî û meskenê xwe bi darde nake.


Lê kurd him ala tirk û him jî rismê Ataturk û serokwezîrên Tirkiyê yên din li mal û meskenên xwe bi darda dikin. Ez tiştê mecbûrî li derî vê dihêlim, qala tiştên kêfî û ji dil dikim. Bi sedhezaran kurd bi îradeya xwe ya azad ji ala tirk û Ataturk û Erdogan hez dikin.

Gayê kêmaqil kêra qesêba dike wî şerjê bike dialêse.

Di nava kurdên Kurdistana Bakur da jî gelek kesên bêşiûr, bêxîret û bêrû ji ala tirk û ji Ataturk bi rastî jî hez dikin pir in û wan sembolan li malên xwe, bi dîwarên cî û meskenên xwe bi darda dikin.

XXX
Sûriye û Rûsya li herêma Idlibê, Hemayê û Helebê bi hev ra li hêzên opozsiyonê û li çeteyên Tirkiyê dixin, Tirkiye ji dêlî bersîvê bide wan, ev çend roj in êrîşî hêzên PYDê û kurdan dike, gundên kurd topbaran dike.

Nikane bi rûsan û bi Sûriyê, êrîşî kurdan dike. Çimkî çavê wan kurdan dibire.
Ev dijminê me bi rastî dijminekî pir namerd e.

XXX
Miletê li hemberî dîktatorê xwe serî hilnede, serê xwe jê ra bitewîne û bi rayên xwe destegê bidê, di dawiyê da ewê jî pê ra rezîl û riswa bibe. 

Tarîx şahidê vê rastiyê ye. 

Alman bi Hîtler ra, îtalî bi Mussolînî ra, rûs bi Lenîn û Stalîns ra , çînî bi Mao ra, spanî bi Franco ra, faris bi Şah û Xumeynî ra, ereb bi Seddam ra şermezar û perîşan bûn, welatê wan wêran bûn. Lema milet jî bi dîktatoran ra perîşan dibin.

Numûne ne ev tenê ne, gelekên din jî hene. Lê tiştê meriv dibîne tirkan ji tarîxê ders negirtine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE