27 maj 2019

Heta kurd azad nebin tirk ji irqçîtiyê xelas nabin


Li Tirkiyê neyartiya kurdan, kîn û nefreta li hemberî kurdan, tirsa kurdên azad bibin tirkê xwedêgiravî zana, " întellektuel", dîndar û çep jî bêhiş û rentele kiriye, bûye irqçî û faşîstekî xalis-muxlis. 

Û ev jî ne bes e, pir jî virek û bêexlaq bûye, li hemberî kurdan her riyê, her bêbextiyê, her derewê mubah dibîne.
 
Bi kurtî meriv kane bibêje dijminatiya bi kurdan ra civata tirk rizandiye, kurmî û bêexlaq kiriye. 

Her tirk hevdu bi kurdan ditirsîne, her partî hevdu bi hevalbendiya bi kurdan ra îtham dike. 

Neyartiya kurdan bûye qerekterekî merivê tirk yê netewî, gava tirk be dibê li dijî azadbûna miletê kurd be, li dijî çêbûna Kurdistanê be.

Ji bo tirk werin ser hişê xwe û bibin merivên normal dibê kurd azad bibin û Kurdistan çê bibe.

XXX
Dibêjin kurdan ji şer bêtir di siyasetê da wenda kirine. Ev gotineke rast e...

Bi salan, bi fedekariyeke mezin û bi bedelekî giran, bi kevçî top kirin û dû ra jî bi heskê belav kirin.

Tirk di vî şerê 40 salên dawî da pir şît û luht bûne, gava bi xwe nikanibin zora kurdan bibin bi riya serok û partiyên wan, bi kurdan dilîzin û zora wan dibin, pê îşê xwe dimeşînin.

Hela ka em binêrin Erdogan îcar jî dike fîlmekî çawa bi me bide temaşekirin.

XXX
-Kêmaqilî bi du hawî dibe; yek ji ber dînîtiyê, ya din ji ber cahiliyê.
Platon
Lê ji ber çi be jî dîn nikane wek yekî biaqil hereket bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE