07 maj 2019

Heta ereb ev ereb bin dawî li Daîşê nayê


Terorîstên DAIŞê li Kerkûkê êrişî ser ciyekî polîsan kirine, 3 polîsan kuştine û 2 heb jî birîndar kirine.

Li herêma Mûsilê, Kerkûkê û hin deverên sunî lê hene êrîşên wiha tim dibin, tu carî kêm nebûne. Çimkî erebên sunî bûne Daîş.


Li Îraqê û li Sûriyê hema hema hemû eşîr û erebên sunî Daîş in, dilsoz û piştgirên Daîşê ne, îdeolojî û felsefa Daîşê diparêzin. 

Meriv kane viya ji bo dîndar û îslamîstên tirk û dinyayê jî bibêje. 

Di nava kurdan da jî heval û dilxwazên Daîşê pir in. Hemû bi hev ra neyartiya kurdan dikin.

Heta ereb ev ereb bin dawî li Daîşê nayê. Ev Daîş biqede ewê daîşeke din derkeve. Çimkî di nava ereb û îslamê da çavkaniya wê ya dînî, îdeolojîk û felsefî heye.
Îslam bêyêyî xwe hemû dînan wek baweriyên şaş, li dijî Xwedê û îslamê û dijmin dibîne û her kesê ne musilman û dîndar jî kafir e, dibê ya bi rehetî ya jî bi zor bibe misilman.

XXX
Raportora Yekîtiya Ewrûpa ya Tirkiyê Katî Pîrî li ser betalkirina hilbojartina belediya Stenbolê gotiye:

-Erdogan têkçûnê qebûl nake û li dijî îradeya gel derdikeve. Ji bo ku hilbijartinên Stenbolê werin nuhkirin AKPê zext da ser Heyeta Bilind ya Hilbijartinan. Ev jî nîşan dide li Tirkiyê baweriya guherîna hukûmetê bi riya hilbijartinan nemaye.”

Serê salan e ez dibêjim kes nikane bir riya hilbijartinan îkîtîdarê ji Erdogan bigre. 

Mixalefet di hilbijartinan da ji sedî 70-80î rayan bigre jî Erdogan ewê îktîdarê nede.

XXX
Li dinyayê gelek milet hene bi tesadufî bûne xwedî welat û dewlet. Lê dû ra nîşan dane wan heq nekriye bibin xwedî dewlet. 

Li dinyayê tesadufên baş û xerab pir in. 

Avabûna Tirkiyê jî yek ji wan tesadufên xerab e. Tirk ne layiqê dewletê ne, lê ji ber hev digrin bûn xwedî dewlet.

Û em jî bûne bindestê wan. Biryara Heyeta Bilind ya Hilbijartinan a li ser hilbijartinên Stenbolê nîşan dide Tirkiye ne dewleteke cidî ye, dewleteke qeşmer e. 

Lê heger CHP dubarekirina hilbijartinan qebûl bike, ew partiyeke pir bêheysîyet e.

XXX
Sê abûqatên Evdila Ocalan îro li Stenbolê di civîneke çapemeniyê da gotin gotin wan di 2ê gulanê da li Îmraliyê ew çûne serdana Evdila Ocalan û pê ra hevdîtinek kirine.

Piştî 8 salan ev cara pêşî ye hukûmet dihêle abûqatên wî herin serdana Ocalan.

Abûqatan mesaja Ocalan xwedin. Ocalan di mesaja xwe da dibêje dibê li der û di hefsan da dawî li grewên birçîbûnê were û tu kes zirarê nede bedena xwe.

Li gorî agahiya abûqatan serdana wab di 2ê gulanê da bûye lê mesaj îro hat eşkerekirin. Di medyayê da nayê gotin ji bo çi ev serdan bi dizî hat girtin û piştî çar rojan tê eşkerekirin.

Em nizanin çi pîncîtî tê da heye, lê hêvî dikim piştî vê serdana abûqatan û beyana Ocalan dawî li grewa komîk, bêmane ya birçîbûnê were û kes xwe seqet neke, zirarê nede bedena xwe. Û polîs hew heqaretê li dayikên dilsoz û dilpak bikin, wan bi erdê ra bikşkişînin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE