07 maj 2019

Heger em destên xwe bidin hev em pir xurt in !


Kurd li bakur û li rojavayê Kurdistanê li hemberî hêzên dagirker û dewletên mezin xwe zeîf his dikin. 

Em pir bi qewet in lê em nikanin vê qeweta xwe topî ser hev bikin, em xurt in lê haya me ji hêza me tuneye.

Lê di rastiyê da ne wisa ye. 


Heger yekîtiya me hebe û em xwedî siyaseteke netewî ya mişterek bin, em pir xurt in û xwedî bandor in. 

Nuha em qamîşên yeko yek in, lema em tên şikandin. 

Lê heger em xwe bidin ser hev û xwe bikin qevd, em naşikiyên, kes nikane zora me bibe.

Mêraniya me ya yek bi yek têrê nake, dibê em xwe bidin ser hev. 

Li hemberî dewlatan ancax bi yekîtiya xwe em kanin xwe biparêzin.

XXX
Tirk bi çavê mal, tiştê meriv kane bikire û bifroşe li kurdan dinêrin. Her partiyeke tirk qîmetekê li kurdan dike.

Dibê kurd tiliya xwe li çavê van tirkên îslamî, irqçî û faşîst û partiya kurd xistine vî halî, partiya bûye sebebê tirk, kurdan wek mal bibînin xin.

XXX
Tiştê herî komîk û pir kenê min tîne, gava hin kes dibêjin biryara Heyeta Bilind a Hilbijartinê ya betalkirina hilbijatinên Stenbolê ewê zirarê bide ”demokrasiya Tirkiyê”, ewê ”demokrasiya Tirkiyê” lekedar bike !

Eyb e, şerm e, tirk û demokarsî !

Weleh Erdogan tam layiqî tirka ye, li gorî milet Xwedê serok daye.

Di telewîzyonan da li minaqaşeyên tirkan yên bêdawî temaşe bikin hûn bibînin tirk merivên çiqasî vala û berradayî ne.

Jiyana wan bi leqeleqa vala derbas dibe. 

Ji sedî 90-95ê wan irqçî û faşîst in, ji medeniyetê û kultura demokrasiyê bêpar in.

XXX
Bêrûtî, bêarî şiklê jiyana kesê dîktator e. Heger dêktator ne bêar be nikane hewqas derewan bike û rojê têkeve kerasekî û boyaxekê. 

Merivê biaqil gerek tu carî ji ahd û wahd û gotina dîktatoran bawer neke.

Tirkiye ketiye destê bêaran, girtine ji destê wan pir zor e.

XXX
Tiştekî pir ecêb e, tirk hîn jî rastî û nerastiya biryara YSKê ya betalkrina hilbijartinên Stenbolê şirove dikin, efendim biryar ne qanûnî ye, efendim mantixa biryarê tuneye. 

Yaho hûn qala çi dikin, mêrik dibêje erê we qezenec kiriye lê ez nadim we û dixwazim viya li hev bînim.

Ha rêbirekî riya te birrî be û tu şêlandibe, ha betalkirina hilbijartinên belediya Stenbolê, di nabêna wan da tu ferq tuneye. 

Heger hûn mêr in nedin ! 

Lê tiştê ez dibînim hûn CHPyî ne tu tişt in, lema jî hûnê vê zorbatiyê qebûl bikin û belediyê bidin Bînalî efendî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE