02 maj 2019

Hedefa Tirkiyê tunekirina kurda ye


Tirkiyê dest pê kiriye li dora Efrînê dîwarekî ji betonê lê dike. Bala min lê ye hin kes matmayî mane.

Wey roj baş !

Tirkiyê Efrîn ne ji bo bide Sûriyê, ji bo daqultîne dagir kir.

Heger bi zor jê neyê stendin ewê tu carî nede kesî. 

Lê Tirkiye viya jî hindik dibîne, hinekî din dixwaze.

Hedefa Tirkiyê û tirkan tunekirina kurda ye, li ku dibe bira bibe, dibê kurd nebin xwedî maf, werin helandin. Felsefe û îdeolojiya tirkan ev nêzî dused sal in, ji îlana Tanzîmatê û vir da ye ev e, dibê kurd bikin tirk.

Heta ereb ev rezîl bin Tirkiye ne Efrînê dide û ne jî derên din yên dagir kiriye. Çimkî ji dagirkeriya xwe tu zirarê nabîne.

Heta nuha ne Yekîtiya Erebî û ne jî welatekî ereb negotiye ji Sûriyê û ji Îraqê vekişe.

Daîşiyên bêşeref welatê xwe diyarî Tirkiyê dikin.

XXX
Min wê rojê nivîsî, careke din dubare bikim. 

1ê nîsanê û vir da ye li zanîngeheke Tokyoyê dersên kurdî tê dayin. 

Derket ortê Tirkiye dixebite ji bo ku vê beşê bide girtin. Yanî Tirkiye li Japonyayê jî tehamulî kurdî nake, dixwaze Japonya wî beşî bigre.

57 welatên misilman endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamî ne.

Tirkiye ne tê da, li yek zanîwegeha welatekî misilman beşê zimanê kurdî tuneye, dersên kurdî nayê dayin.

Lê li gelek welatên Ewrûpa di zanîngehan da beşên kurdî hene û zarokên kurd heftê çend saetan be jî bi zimanê xwe dixwînin.

Û hin kurdên bêşexsîyet hîn jî hevaltiya vê hukûmetê dikin.

XXX

Em çi bibêjin, çi pêşniyarê û çi rexneyê bikin jî bêfeyde ye, gotina me pere nake. PKK çawa dixwaze wer bi gel dilîze, gelek hereket û protestoyên bêmane bi însanan dide kirin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE