23 maj 2019

Godotê dawî ji Kefendiz jî xerabtir derket



Li Tirkiyê milet her tim li bende Godotekî ye, Godotê rojekê were û ewê wan xelas bike...

Lê her Godotê tê ji yê çûyî xerabtir derdikeve. 

Godotê herî dawî û nuha li ser hukim tew bi carê da xerab derket. Kesî hewqasî jî texmîn nedikir.

Nuha her kes dibêje hevt xwezî bi Kefendiz û rahmê li gora Kefendiz tîne.


Destpêkê tirkan jî û kurdan jî gotin bi rastî jî Godotê li bende bûn hat, her kes pir kêfxweş bû, jê ra li çepikan xistin. 

Bi hezaran giregirên kurdan çûn bûn hevalên Godotê dawî, jê ra methîye nivîsîn, di telewîzyonan da bi şev roj pesnê wî dan, gotin Godotê hewqas sal in em li hêvîyê bûn ev e; erê me pir pa, lê dawiya dawî Xwedê li me hat rahmê û bi derengî be jî Godot ji me ra şand…

Lê piştî çend salan Godotê îslamî ne tenê ji yên berê xerabtir, di ser da mîtoman û kleptoman jî derket.

Nuha her kes, kurd, tirk, heta cîran û Ewrûpa ketine derdê, qaxuya ewê çawa ji vî Godotê îslamî xelas bibin?

Bi qasî xuya dike xelasîya ji vî Godotê îslamî, mîtoman û kleptoman ewê pir zor be û li ser milet pir buha rûne.

Numûneya Îranê, Afganîstanê, Sûriyê, Misrê, Lîbyayê, Libnanê li ber çava ye. 

Tevgera îslamî ne tevgereke avakar e, tevgereke wêrankar e, li kîjan welatî xurt bûye xwestiye wî  welatî bibe serdema navîn û ew welat wêran kiriye, lê zulm zêde kiriye, şer û pevçûn derxistiye. 

Tirkiyê jî ewê bibe Libnan, Îran û welatên din yên îslamî lê xurt in…

Ji xwe nuha jî welatekî ji Îranê ne baştir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE