22 maj 2019

Gerek em hemû kurd li navê Kurdistanê xwedî derkevin



Li Tirkiyê hukûmeta AKPê dixwaze PAKê (Partiya Azadiya Kurdistanê) û PSKê (Partiya Sosyalîst a Kurdistanê)ji bo ku di navê wan da navê Kurdistanê heye bigre.

Mahkima Qanûna Esaî daxwaza dozger ya girtina PAKê û PSKê qebûl kiriye.

Li Tirkiyê îro mahkime ne serbixwe ne, hemû li gorî emir û fermana Erdogan dixebitin.


Heger Erdogan bibêje bigre, ewê bigrin. Û bi îhtîmaleke mezin Erdogan ewê girtina PAKê û PSKê emir bike.

Mahkima Qanûna Esasî ji PAKê parastina wê xwestiye. PAK ewê parastina xwe bişîne.

PAKê li ser hewildana dewleta tirk ya girtina PAKê û partiyên bi navê Kurdistanê gotiye: 

”Kurdistan navê welatê me ye û emê li navê xwe û li navê welatê xwe xwedî derkevin.”

Şîleke rast e, dibê bersîva kurda ev be, em yasaxa navê welatê xwe qebûl nakin.

Em kurd in û navê welatê me jî Kurdistan e. 

Lema jî dibê em li nave welatê xwe xwedî derkevin û biparêzin. 

Ne PAK û PSK tenê, dibê hemû kurd li navê Kurdistanê xwedî derkevin.

Dibê tu partîyeke kurd guhertina navê Kurdistanê qebûl neke. 

Navê welatan, coxrafiyan nayên guhertin û înkarkirin.

Yê xwe biguhere ne kurd û PAK û PSK ye, Tirkiye ye, dibê dewleta tirk qanûnên xwe yên irqçî û  îrrasyonel biguhere. 

Navê Kurdistanê bi sedsalan berî avabûna Tirkiyê heye, dewleteke umrê wê 100 sal tuneye, dixwaze navê welatekî bi hezaran sal in heye biguhere, yasax bike.

Dibê em hemû kurd, hemû partî li dijî vê teşebusa dewleta tirk derkevin û PAKê û PSKê bi tenê nehêlin.




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE