16 maj 2019

Erdogan dibêje wî zikê tirkan têr kiriye lê dîsa jî nankoriyê dikin


Erdogan ji kesên wî zikê wan têr kiriye gazin kiriye, gotiye: 

”Me zikê her kesî têr kir, lê netîceyê hûn dibînin. Hûn zikê wî têr dikin, hemû hewcedariyên wî temîn dikin, lê dîsa jî rayê nade…”
Yanî li gorî Erdogan, wî zikê tirkan têr kiriye, lê dîsa jî pê ra nankorî kirine û ray nedanê.

Ev gotina wî ne ji kurdan ra ye, çimkî ew kurdan wek dijminê xwe dibîne û zane kurd rayê nadin wî.

Geleo merivekî li ser hişê xwe vê gotinê dike, bi vî çavî li milet dinêre?


Mêrik her kesî wek paresekên bi sedeqeyên wî dijîn dibîne, dibêje hûn bi perê min dijîn. Min zikê we belaş têr nekir. Ji bo ku hûn tim raya bidin min, min zikê we têr kir. Nabe hûn nuha nankoriyê bikin û raya nedin min !
Tirkan ev zîlet heq kiriye…

XXX
Tirk bi gef û zirtên xwe, bi girtin û tewqîfatên xwe dixwazin me bitirsînin. 

Kurdan dîwarê tirsê ji zû da ye hedimandine. 

Cin carê ji şûşê derketiye, tu kes nikane wî paş da têxe şûşê. 

Bi çi hawî be ev karwan ewê bigihîje hedefa xwe. 

40 milyon kurd bê dewlet nabe, ne mimkûn e heta û heta vê zîletê, vê bindestiyê qebûl bikin. 

Zû dereng emê rizgar bibin û Kurdistan ewê çê be. 

Tiştê dijminên me dikin serî li me bigerîne, me hinekî dereng bixîne jî nikanin rê li ber aazadiya me bigrin. 

Kurdistan ewê çê be, îro be ya jî sibe be, lê ewê çê be…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE