09 maj 2019

Em we nas dikin


Berpirsiyarên Tirkiyê wek mîtomanên profesyonel gelek derewên bi qoç û bi boçik li hev radigrin, dibêjin belkî kurd kerr in,
kor in,
bêhiş in,
bi tiştekî nizanin,
em çi bibêjin ewê jê bawer bin, bixapin.

Na, hûn şaş in,
hûn baş zanin kurd hew dixapin.
Kurd zanin hûn neyar in,
hûn şahê virekan
û dûpişk û mar in.
Kurd bi qiç û pîlên xwe ve êdî viya baş zanin.
Hûn dijminê serê kurdan in,
û hûn viya jî venaşêrin.
Heta ji we tê derewan û sextekariyê bikin.
Heta ji we tê bêbextiyê bikin.
Kurd hew dixapin,
zanin hûn li pey bindestiya wan
û dgirkirina welatê wan in.
Rastê we, çepê we,
dîndarê we, faşîstê we,
hûn hemû dijminê serê kurdan in.
Xayin ne tê da,
lê kurdan ev rastî fêm kirine.
Hûn çi derewê bikin jî kurd êdî naxapin
û tu carî we û xayin û cahşên xwe efû nakin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE