08 maj 2019

Ekrem Îmamoglu kortika hustuyê xwe dibîne lê careke din serokatiya belediya Stenbolê nabîne

Ekrem Îmamoglu


Wek min texmîn dikir CHP teslîmî zorbatiya Erdogan bû û betalkirina hilbijartinên belediya Stenbolê qebûl kir.

Ez ji nuha da ji we ra bibêjim, Ekrem Îmamoglu kortika hustuyê xwe dibîne, lê careke din serketinê û reîsiya belediya Stenbolê nabîne.

Heger CHPyî hîn jî bawer dikin ewê carek din qezenc bikin bi rastî jî pir ehmeq in, totikvala ne.


Ne ku rayên CHPê di hilbijartinên 23ê hezîranê da ewê kêm bibe, na, bi îhtîmaleke mezin ewê çend pûan zêde bibe. Yanî Îmamoglu bi rayan wenda nake. 

Lê Erdogan dîsa jî ew qezenc bike, herî kêm ewê bi 5-6 pûanan zafera xwe îlan bikin.

Heger Erdogan îradeya gel qebûl bikira bi vê zorbatiyê û bêqanûniyê hilbijartin betal nedikir. Ewê serketina CHPê qebûl bikirana. Bihayê çi be jî Erdogan careke din belediya Stenbolê nade CHPê, qiyamet jî rabe nade.

Erdogan hilbijartinê dubare dike ne ji bo ku careke din Ekrem Îmamoglu qezenc bike. 

Hêviyeke wiha resmen ehmeqî ye. CHP çiqas ray bigre jî AKP ewê herî kêm 5-6 pûanan hilbijartinê qezenc bike. 

Ji xwe ne ji bo wendakirinê, ji bo qezenckirinê hilbijartinê dubare dikin.
 
Dibê CHP viya baş bizanibe.

Ma dîn bûne careke din jî xwe rezîl bikin?

Erdogan jî zane bêhîle û sextekarî qezenckirina Bînalî yildirim ne mimkûn e. 

Îcar ji bo ku bi rayan qezenkirina wan ne mimkûn e, dixwazin bi zor bigrin. Û ewê bigrin jî.

CHP û Kiliçdaroglu û Îmamogluyê tirsonek kanin ji nuhda da Bînalî Yildirim pîroz bikin!

AKP ji nu da dibêje efendim di hilbijartinên berê da li dora ji sedî  %88î beşdarî hilbijartinan bûne.
 
Lê di hilbijartinên 31ê adarê da ev rêje daketiye ji %83î.

Yanî ji sedî 5ê dengdaran beşdar nebûne û AKP ewê bixebite van hilbijêrên xeyidî bîne ser sindoqê.

Fena ku yên neçûne ser sindoqan hemû AKPyî bin. 

Bi îhtîmaleke mezin kurd in, qismekî kurdan hilbijartin boykot kirin. Ew jî viya zanin. 

Lê ewê li hev ragirin û bibêjin me bi 5-6 pûanan qezenc kir, çimkî em baş xebitîn. 

Ji nuha da sînyala vê sextekariya ewê bikin didin.

Tabî ev tenê îhtîmala hîleyekê ye, lê bi sedan sextekarî û hîleyên nayê bîra îblîs jî ewê bikin û têxin dewrê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE