30 maj 2019

Ehlîyet



Ecela pêxwasê diyarbekrî hebû, pir zû dajot, li lempa sor nesekinî. Pûlisê trafîkê bi pê ket û da sekinandin. Pûlis jê ra got:
-Ji kerema xwe ehlîyet û ruxseta xwe derxe...
Pêxwasê diyarbekrî bi zimanekî bi gazin got:

-Ma we ehlîyet û ruxset daye hûn dixwazin ?


Rastiyê bibêje !
Melê mizgeftê roja dawî ya meha remezanê di cimatê da got:
-Em ji vê meha mubarek têr nebûn, wa ye dîsa qediya…
Kalê elewî got:
-Seyda rastiyê bibêje, xwe ji Xwedê meke. Heger we ji remezanê pir hez bikira, ji bo diqede we nedikir kêf û şahî û eydî…

Meha remezanê
Ji kalê elewî pirsîne, gotine:
-Seyda ma tu di heqê remezanê da çi difikire?
Kalê elewî gotiye:
-Weleh ez ji fitarê ra tiştekî nabêjim. Lê belê sihor bêwext e, ew jî bikirana danê nîro ewê gelkî baştir bûya…

Risimên bi dîwêr ve
Mêrik ji xanima xwe pir hez dikir, rismên wê bi hemû dîwarên malê ve bi darda kiribû. Rojekê xanim nexweş ket û çû rahmetê û ew jî bi dişa(baldûza)xwe ra zewic
î. Mîvan hatin malê. Rismên bi dardekirî bala mîvanan kişand. Jê pirsîn, gotin:
-Ma ev jina di van risman da kî ye?
Mêrik devê wî li ber hev ket, got:
-Ewww ! Ew rahmetiya dişa min e…
Diş:xweha jinê, baldûz.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE