31 maj 2019

Êdî em kanin Anna Karenînayê jî bi kurdî bixwînin



Weşanxaneya APECê, klasîkek cîhanê ya din jî, romana Tolstoy Anna Karenîna jî li edebiyat û kitêbxaneya kurdî zêde kir. 

Roman ji alî Serdar Roşan ve ji swêdî û tirkî, bi raberkirina herdu ziman hatiye weşandin.

Roman yek cild e û 1033 rûpel e.

Do li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê Serdar Roşan bi civîneke sohbetî him qala wergera xwe û zahmetyên dîtine kir û him jî roman ji beşdaran ra îmze kir. 


Wek tê zanîn Anna Karenîna yek ji romanên edebiyata cîhanê ya reaslîst ya herî bi nav û deng tê hesêb. Zêdebûna vê romanê li edebiyata kurdî karekî hêja ye. 

Lema jî mala Serdar Roşan û APECê ava be, ji bo ku wan ev romana hêja li ziman û edebiyara kurdî, kurmancî zêde kirin.

înin
Di civînê da li ser başiya wergera ji zimnê pêşî, zimanê nivîskarê berhemê hat axaftin, hat gotin baştir e meriv ji zimanê berhem pê hatiye nivîsîn wergerîne.

Helbet baştir e meriv berhemekê nej i zimanê duyem, ji zimanê pêşî wergerîne.

Lê li gel vê jî bi baweriya min weregera zimanê duyem jî ne problem e, ew werger êdî ya zimanekî din e, êdî ne berhma pêşî ye. 

Çimkî di wergeriyê da kerasê zimanekî din li berhemê dibe û ji zimanê pêşî yê orjînal dûr dikekve. 

Lema jî gava meriv romanekê ji zimanê duyem werdigerîne, êdî ew roman ya wî zimanî ye.

Ji bo kurdî îro ya muhîm bi kurdî were nivîsîn. Di vir da werger pir muhîm e, ji kîjan zimanî dibe bira bibe, zimanê yekem, duyem qet ne muhîm e, ya muhîm tercumeyî kurdî bibe. 

Ev yek ewê zimanê kurdî bi pêş dixe, dewlemend dike, deriyên nuh li ber kurdî vedike, formên nuh li zimên zêde dike.

Ji bo wê jî ez bi xwe tu şaşî û çewtiyekê di wergera ji zimanê duyem da nabînim.

Lê dixwazim li vir li ser wergerê dîtineke xwe bibêjim. 

Bi baweriya min Serdar Roşan û kesên bi swêdî baş zanin, ji edebiyata swêdî yanî roman û çîrokên swêdî wergerînin baştir e. 

Dibê meriv li welatên din jî wiha bike, kurdên wan zimanan zanin, ji dêlî wergera ji zimanê duyem bikin, wergerê ji edebiyata wî welatî bikin baştir e. 

Ji nuha û pê da Serdar Roşan hin wergeran ji edebiyata swêdî bike ewê gelkî baş be. 

Di edebiyata swêdî da jî gelek berhemên pir hêja hene. Bi vî hawî emê bikanibin ji gelek zimanan berhemên hêja li edebiyta xwe zêde bikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE