02 maj 2019

Dopîng



Bavo rabe!
Mêrik ji lawê xwe yê mezin tasek av xwest. Lêwik got ez westiyayî me, birayê minê din bîne.
Mêrik îcar ji lawê xwe yê ortê xwest. Wî jî got weleh dersa min heye.
Lawikê biçûk fêm kir ewê dor were wî, got:
-Rabe bavo, rabe! ji van bêşerefan tu xêr sadir nabe. Here ava xwe vexwe û xêra xwe tasekê jî ji min ra bîne.

Dopîng
Satilmişê tirk di Maratona Bezê ya Ewrûpayê da dopîng kiribû. Lê dîsa jî li dawiya hemûyan mabû, bûbû yê herî dawî. Hevalê wî Dûrsûn jê pirsî:

-Kuro te hewqas heb xwarin, çima tu dîsa jî li dawiya hemûyan ma?
Satilmiş got:
-Ji bo kes fêm neke min dopîng kiriye…




Roman
Satilmiş Dîlbazê tirk çû ser kitêbfiroşê bajêr û bi gazin jê ra got:
-Hefta berê min ji vir romanek kirî. Ev cara pêşî bû min got ezê romanekê bixwînim û bibînim hela roman çawa ye. Lê romana we da min hewaqsî dirêj e, hewqasî dirêj e tiştek jî jê nayê fêmkirin. Ya din di romanê da bi hezaran nav û edres hene, ez dikim nakim mijarê fêm nakim. Weleh min ji vê romanê qet hez nekir. Ez dixwazim hûn yeka hîn kintir û navên tê da hindik bin bidin min.
Kitêbfiroş keniya, got:
-Ya haaa, çima tu nabêjî yê bi şaşî rehbera telefona me biriye tu yî…

Plaka erebê
Hemo li qahwê rûniştibû qahwa xwe vedixwar. Temoyê  hevalê wî bi lez hat balê, jê ra got:
-Law Hemo ereba te didizin.
Hemo ji ciyê xwe pengizî, çû da pê ereba xwe. Bîstekê bera dû da lê negihîştê. Dû ra paş da vegeriya qahwê.
Temo jê pirsî:
-Çawa bû, te kanîbû diz bigirta?
-Min nikanîbû bigirta, lê belê min plaka erebê nivîsî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE