12 maj 2019

Dibê kurd rayê nedin partiya ev tîşort hazir kiriye



Şêwirmendên Ekrem Îmamoglu li ser tîşortekî  ji bo hilbijartinên 23ê hezîranê hazir kirine bi 11 zimanan slogana ”her tişt ewê pir baş bibe” nivîsîne.

Di nava 11 zimanan da kurdî tuneye. 

Ev tîşort tezahura irqçîtiyeke mezin e, delîlê namzedekî û partîyeke antî-kurd e.


Ez bawer nakim haya Ekrem Îmamoglu ji vî tîşortî tunbe. 

Hebe tunebe qet ferq nake, meriv raya nade namzedê partiyeke hewqasî antî-kurd.

Bi kurtî ev tîşort nîşanî me dide Ekrem Îmamoglu kurdan û rayên 2-3 milyon kurdên Stenbolê bi serê sîrekê, bi kixseyekê jî nahesibîne. Heta meriv kane bibêje kurdan însan jî nahesibîne. 

Lema jî di nava 11 zimanan da cî nedaye kurdî.

Di nava 11 zimanan da nebûna kurdî li kurdan heqareteke pir mezin e, bêedebîyeke nedîtî ye. Dibê kurd vê heqaretê biçûk nebînin û efû nekin.

Di nivîsa xwe ya do da min got dibê kurd rayê nedin Ekrem Îmamoglu.

Ev tîşortê CHPê ji bo hilbijartinan amade kiriye nîşan dide di vê dîtina xwe da ez çiqasî bi heq im. 

Ekrem Îmamoglu bi vî tîşortî nîşanî me da ew merivekî ne hêjayî kurd rayên xwe bidinê. 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE