09 maj 2019

Derew xwediyê xwe rûreş dike



Tu tiştek bi qasî derewan meriv rezîl û riswa nake. Li vê dinyayê tiştê herî pîs derewkarî ye. Dawiya derewan tuneye, derew tim xwediyê xwe rûreş dike.

Meriv rastgo be, tenezulî derewan neke meriv li karê ye.

Lê çi heyf hin kes dîsa jî ji derewan hez dikin û bêtirs derewan dikin...


Lê helbet her derew ne wek hev û ne bi qasî hev in, hin derew hene pir beloq û bi boçok in.

Lê ev jî heye, hin virek bi rastî jî hoste ne, sinetê xwe xweş îcra dikin. 

Meriv mecbûr dimîne bibêje helal be ji te ra, bira tu jî bibêjî ez viran/derewan dikim…

Feqet meriv derew kir dibê derewên mezin bike, çi qîmeta derewên biçûk heye!

XXX
Ne şert e meriv her tim gotinên biaqil bike û tiştên rast bibêje. Carnan jî dibê meriv qet tiştekî jî nebêje û rabe here ji xwe ra rakeve.
Nêta min ew e.
Aqil ne pola ye, ew jî diweste û dixweza bîna xwe bigre.
Dibê meriv zêde zorê nede aqilê xwe, ya na ewê ji meriv bixeyide.
2019-05-08

XXX
Şevê çûnî(7/5-19)di Kurdistan TVê da min li keçeke stranbêj ya bi navê ”Canê Heyran” guhdarî kir. Kêfa min ji dengê wê ra hat û min ew vîdeo belav kir.

Dû ra çend kesan gotin strana got ne dengê wê bû, ew dengê Canê xanim bûye, wê dengê Canê dublaj kiriye. Ez matmayî mam. 

Wek tê zanîn Canê xanim ev nêzî salekê ye li Tirkiyê di zindanê ye.

Nuha ez dibînim çend kesên din jî gotine ew keçik yeka ”sextekar” e û deng jî dublaj e û çend vîdeo jî parve kirine.

Ez naxwazim xwe tevî van minaqaşeyan bikim. Tiştên li ser wê tên gotin jî ez nizanim çaqasî rat in û ne rast in. Lê hin vîdeyonên wê bi rastî jî dengê Canê ye.

Li hemberî bûyerê û tiştên tên gotin bi rastî ez matmayî mam. Lema jî ez vîdeoyê radikim.
Û ji ber tiştê min bihîs gelkî xemgîn bûm.
2019-05-08

2 kommentarer:

  1. https://www.facebook.com/kurdistantvcenter/videos/2213106928810565/?_rdc=1&_rdr

    Xal, xuya ye jinike stranen Hozan cane gotine le bi rasti denge we bixwe ji xwesh e

    SvaraRadera
    Svar
    1. Nizanim, belkî jî wisa be. Heger ew deng yê wê be xweş e.

      Radera

PARVE BIKE