15 maj 2019

Defa remezanê û azan



Xortekî ji defa remezanê gazin kiriye gotiye:

”Ji roja ku meha Remezanê dest pê kiriye her şev kurê min ji dengê daholê ji xewê şîyar dibe. Îja daholvanê qebrax nasekine belkî nîv saet lê dixe…”

Li welatên misilman qîmeta însên tuneye. Dewlet, kesên mesûl bêkultur, bêhurmet in, guh nadin gel.

Ma derdê azanê tê kişandin ?


Nuha li her bajarî mizgeft jî pir bûne, di her kuçeyekê da mizgeftek heye.

Sibehan gava çend mele di eynî wextê da bi hev ra dest pê dikin bi rastî nayê kişandin, perda guhê meriv diqete, îşkence ye !

Havînan i xwe tew ji bin da nayê kişandin. Her roj bi berbangê ra bi milyonan însanî ji xew şiyar dikin, nahêlin însan rakevin.

Li Diyarbekrê li mala diya xwe min ev îşkence çend caran dît. Dîtin û gotin ne wek hev e! 

Însan çawa debar dikin ez fêm nakim ! 

Zulm e !

Tiştên wiha li civatên paşdamayî, civatên bêmedenîyet dibe. Çimkî ferd, însan bêqîmet e.

Def, azana bi hoperloran kultureke pir qebe ye û gelkî ne xweş e.

Berê li mizgeftan hoperlor tunebû, mele hildikişiya ser minareyê, li wir azan dixwend. 

Lê nuha azan jî bûye merkezî û otomatîk, hema hema di hemû mizgeftan da merkezî ye, deng dikin hev, meriv kerr dibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE