06 maj 2019

Dawiya piştgiriya dîktatoran malwêranî ye


Qebûllkirina bindestiya şexsekî, îtîata dîktatorekî karê civatên paşdamayî, civatên reben e, koletîya ji zaliman ra ye.

Tirk ji berê da miletekî muhafazakar, li dijî demokrasiyê û ruhkole ye. Miletekî xwedî şexsiyet rejîmeke wiha zalim û lîderekî hewqas bi şaîbe qebûl nake.

Zû dereng, dawiya piştgiriya dîktatoran malwêranî ye. Tarîxa dûr û nêzîk şahidê vê ye. Dîktator di tarîxê da tim bûne sebebê şer û trajediyên mezin.

XXX
Dibê em rabin û rûnin û dua bikin ku Amerîka û Îsraîl hene. Heger ne ev herdu dewlet bûna îraniyan, tirkan û ereban ewê qira kurdan bianîna, ewê kurdek jî nehîştana.

Lema jî Xwedê kir Îsraîl li ber pozê ereban e. 

Xwedê kir Amrîka heye.

XXX
Serpelekî(yzbaşiyekî)tirk bi navê Celalettin Ozdemir li Helebê hatiye kuştin. 

Çi karê serpelê tirk li Helebê di nava qatilên Daîşê da heye?
Ka hûn ne hevalên Daîşê bûn?

XXX
Kî li ser navê çi û ji bo çi Îranê li hemberî Amerîkayê biparê ya pir nezan e, ne li ser hişê xwe ye, îslamîstekî ekstrem e ya jî merivekî ne paqij e. 

Kurdekî pak û bi ûjdan li hemberî têkçûna Îranê dernakeve û nabêje di şerê Amerîka û Îranê da dibê Tirkiye Îranê biparêze.

Îran yek ji dewletên maka xerabiyê û terorîzma îslamî ye.

Her roj bi hovîtiyeke mezin kurdan bi vîncan ve li ba dike.

Kurdê li hemberî Amerîkayê vê rejîma faşîst û celad biparêze hevalê vê rejîmê ye, sûcên wê diparêze.

XXX
Îhtîmal heye Heyeta Bilind ya Hilbijartinê hilbijartinên Belediya Stenbolê betal bike. 

Heger tiştekî wiha bibe dibê CHP hilbijartinan boykot bike. Heger boykot neke wê demê ji tirsa belediyê dide AKPê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE