25 maj 2019

Daîş bi navên din şerê kurdan dike



Li ser têkçûna Daîşê gelek tişt tên gotin, hinek dibêjin efendim Daîş qediya.

Na, ji bo kurdên Kurdistana başûr û rojava Daîş neqediya ye p tu carî jî naqede, hemû ereb pir hindik Daîş in.

Tiştê Daîşê kir, îro erebên din dikin. Navê wan ne Daîşê, lê bi fikir û kirinên xwe hemû erebên Îraqê jî Daîş in.


M Weysî GÜLER‏ :Mamoste meriv nikare bibêje hemu.. Lê tespit cî daye.

Zinarê Xamo‏: Kîjan partiya ereb, kîjan serokê ereb li dijî dagirkirina Kerkûkê û axa kurda ye? Kîjan partiya ereb û serokê ereb serxwebûna kurdan qebûl dike? Tirk jî, faris eynî ne !

M Weysî GÜLER‏: Helbet di rêjeya desthilatdariyê yek hogirekî me tinne mamoste. Ger mabesta te parti û rêxistinên wan bin, gotina te di cih da ye. Min got qay tu qala gelên ereb faris hwd tev dikî..

Zinarê Xamo‏: Geleê ereb jî eynî tişt e. Tiştê tu dibêjî teorî ye, xeyal e, di heyatê da tu erebê farisê, tirkê li dijî dagirkirina Kurdistanê ye, serxwebûna kurdan diparêze tineye. Di nava tirkan da em tenê Beşîkçî nas dikin. Bi hebûna kesekî, du kesan ev dîtina min pûç nabe.

M Weysî GÜLER‏:Mamoste deniz gezmiş sêdarê de gotiye yaşasın türk ve kürt halklarının kardeşliği, kemal pir nemire, haki karer ruh e. Tijî hevalên tirk, ereb, faris û evropî nav rêxistina pkk de ne. Navê şehîdgeha li Şaxê Andrea Wolf e. Hê dirêjkirin bê wate ye.

Zinarê Xamo‏ :Birayê delal, tu qîmetekev slogana ”bijî biratiya gelê tirk û kurd” tuneye û tiştekî nade me. 
AKP, CHP û MHP jî vê sloganê her roj dubare dikin. 
Em ne biratiyê, em mafê xwe, azadî û serxwebûna xwe dixwazin. 
Ya muhîm bibêjin ”bijî azadî û serxwebûna kurdan!”
Denîz Gezmîş tu carî tiştekî wiha negot û ne parast. Denîz Gezmîş kemalîst bû, wî Ataturk wek lîderekî sosyalîst û antî emperyalîst didît. 
Li gorî Denîz Gezmîş, Ataturk li dijî
Lê yê welatê me dagir kir û em jî kirin bindest, yê Şêx Seîd û Seyid Riza û bi sedan kurd bi darda kirin û bi hezaran jî kûştin Ataturk bû, hemû bi emir û fermana wî bû. 
Di nava çepên tirk da Îbrahîm Kaypakaya tenê şoreşgerekî mezin bû û azadî kurdan diparast. Çimkî hêzeke viya dibêje tuneye.

Colemêrgî‏: Belé RASTE

YanKurdistanYanNeman‏: Tirkan jibir neke. Daîşa heri mezin milete tirkin.

Aşil'in Topuğu‏: Ezê jî wek xoce nisreddîn bêjim win herdû jî rast dibêjin:) mixabin gel bi neyartî nayên bi navkirin. Lê desthilatdarîya wan wan jî kirîye neyarên kurda. Me hîn civaka kurd hêşîyar,baldar û fêrî nasnameyê nekir dibe tew em tirk ereb û farisan jî bikin.. karême zore..




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE