21 maj 2019

Çavê me ne li welatê kesî ye


Çavê me ne li ax û welatê tu kesî ye.

Em naxwazin kesî bindest bikin.

Em naxwazin zimanê kesî, ala kesî, dînî kesî, sembolên kesî yasax bikin. 

Em naxwazin li Kurdistanê zulmê li tu eqalîyetê bikin û wan bêmaf bihêlin. 


Em dixwazin li welatê xwe wek faris, ereb û tirkan azad bijîn.

Em dixwazin weke wan dewleteke me jî hebe û em xwe îdare bikin. 

Ev heqê me yê însanî, demokratîk û netewî ye. 

Çima dewletê ji faris, ereb û tirkan ra heq be û ji me ra qebhet be ?

𝒉amza‏ :Faris ereb û tirk di welatê xwe ne azad in. her çar dewletên dagirkerên welatê me bi sistemeke faşist û hovane zilmê li hevwelatiyê xwe jî dikin. Em ferqê nakin!

Zinarê Xamo: Yanî tu dibêjî tirkê xwedî dewlet, xwedî meclîs, xwedî al, xwedî artêş, xwedî polîs, xwedî MIT, xwedî bi hezaran dibistan û zanîngeh, xwedî pasport û kurdê bindest û ji hemû mafên xwe yên netewî bêpar, kurdê di nikane di meclîsa tirk da du gotinan bi kurdî bike wek hev in, di nabêna me wan da tu ferq tuneye?

hamza: Min negotiye wek hev in. Lê peyva "azadiyê" ne tenê mafê ziman, al netew û dewlet e. Azadî mafê mirovan e. Ka ti dikarî ji min re bêje tirk faris û ereb azad in? Yekê AKPê û Kerdogan rexne bike jî wê bikeve zindanan.

Zinarê Xamo: Li tu welatî azadiyeke bêsînor tuneye. Azadî jî îzafî ye, li welatê herî demokratîk jî hemû însan bi qasî hev ne azad in. 

Li Fransayê, Amerîkayê, Swêdê heta tu bixwazî azadî heye, însan azad in. Lê hevalên Daîşê bi qasî kesên lîberal û sosyal demokrat ne azad in.

Li Almanyayê azadî heye, lê hevalên PKKê bi qasî endamên partiyeke alman ne azad in. 

Yanî azadîyek bêsînor û ji bo her kesî, her fikrê, her îdeolojiyê bi qasî hev tuneye. 

Li Tirkiyê îslamîst îro ji tirkên din azadtir in, lê ev rewşeke demî ye, sibe ewê biguhere.

Bes em kurd li gorî tirkan KOLE ne, di qanûnan da navê me, hebûna me, navê welatê me tuneye. 

Dibê em tirkê herî ne azad jî tu carî wek xwe nebînin. Tirkê herî ne azad jî wek me ne bindest e. em blindest in, êsîrê tirkan in. 

Bira dewleteke min hebe, bira ez mhkûm bim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE