27 maj 2019

Carnan ji miletan ra jî li hev tê


Hûn dibêjin şans, dibêjin tesaduf, axir hûn çi navî lê dikin lê kin, carnan ji meriv li hev tê, wek bilêta meriv lêxe, wek meriv tiştekî li erdê bibîne, yanî tiştekî wisa…

Lê ne tenê ji şexsan ra, ji miltan ra jî carnan wiha li hev tê. Lê ji me ra heta nuha tu carî bi temamî, xweşikî li hev nehatiye. Ya di şertan da, ya jî di me da tim kêmasiyek hebûye. 


Lê li gel vê jî meriv kane bibêje di tarîxa me da ji me ra du caran şertên baş peyda bûn; ji bo ku em ji bindestiyê xelas bibin û dewleteke kurd ava bikin.
Cara pêşî di Şerê Cîhanê yê Yekem da û cara din jî di şerê Îraqê û Sûriyê da.

Ji ber ku yekîtiyeke me ya netewî tunebû û serokên me yên wê demê ne jîr bûn, di fersenda pêşî da nikanîbûn kurdan bînin ba hev, şansê xwe yê pêşî ji dest dan, yanî bi ser neketin, têk çûn.

Maye fersend û şansê me yê duyem; ew jî şerê Îraqê û Sûriyê ye.

Di şerê Îraqê û Sûriyê da jî dîsa yekîtiyeke me ya netewî tuneye û  serokên me jî ji şansê me ra jîr û zîrek xuya nakin.

Ji bêşansiya me ra di van herdu caran da jî siyasetmedarên, serokên kanibin ji van şans û  fersendên peyda bûne sûdê bigrin derneketin.

Ez ditirsim em vî şansê xwe jî wenda bikin. 

Hêvî dikim îcar vê carê jî partiyên kurd, serokên me neyên lîstikên neyarên xwe û vê fersenda tarîxî ya ji bo me peyda bûye ji dest xwe nedin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE