08 maj 2019

Can Yucel û çîroka qûnê...

Can Yucel

Can Yucel şairekî tirk e. Di sala 1999a da wefat kir. Nabêna wî û alkolê pir baş bû. Li gorî dibêjin rahmetî merivekî xweşsohbet bûye. 

Lê hinekî jî ”devpîs” bûye, zimanê wî hinekî qebe bûye. Ji xwe di şiîrên xwe da gelek gotinên argo bi kar dianî. Qala serpêhatiyeke wî ya meşhûr dikin. Yekî lê gilî kiriye. Di mahkimê da hakim jê ra dibêje:

-Te çima li mêrik heqaret kiriye?

Ew jî dibêje:


-Hakim beg, ez ji qûnê ra nebêjim qûn, ez bibêjim çi ? Li gundê me ji qûnê ra dibêjin qûn !

Navê ”qûnê” bi tirkî ”göt” e, lê maneyeke wê ya mecazî jî heye, wek heqaret bi kar tînin, ji kesên bêşexsîyet ra dibêjin ”göt, götoş”.  

Li gorî tê gotin Can Yucel ji yekî ra gotiye ”göt” û mêrik jî lê gilî kiriye.

Çîrok çiqasî rast e ez nizanim, axir dibêjin berî wê gotinê bibêje, ji hakim ra pêkenînek gotiye. Ew pêkenîn jî wiha ye:

Li gundekî yek nexweş e, ketiye tayeke giran. Gundî wî dibin bajêr ser tuxtor. Tuxtor nexweş miayene dike û wek derman fitîlê didê. Ji meriv û gundiyên pê ra ne dibêje:

- Hûn çer gihîştin gund fitîlê ji anûsê bidin nexweş.

Gundî dibêjin temam tuxtor beg û diçin gund.

Li gund ji muxtêr, ji hemû rîsipiyan û ji zanayên gund dipirsin, lê kes nizane ”anûs” çi ye. Loma jî nikanin dermên bidin yê nexweş. Û rewşa nexwş jî her ku diçe xerabtir dibe, agirê wî bilind dibe.

Li ser vê, biryarê didin telefonî tuxtor bikin. Lê belê kes xwe nade ber. Gelekî li ber muxtêr digerin, dibêjin tu telefon bike. Di dawiyê da muxtar qebûl dike. Merivên wî, hemû nas û dostên wî li dorê top dibin. Muxtar bi dudilî telefonî tuxtor dike, bi şermokî jê ra dibêje: 

-Tuxtor beg, wele me hîn derman nedaye nexweşê xwe, em nizanin emê çawa bidinê, filan û bîvan.
Ji hember tuxtor hin tiştan ji muxtêr ra dibêje. Muxtar vedigere ser cimatê û dibêje:

-Tuxtor dibêje ji makatê bidinê…

Lê kes nizane ”makat” jî çi ye. 

Dîsa ji her kesî dipirsin, lê bêfêde ye, kes nizane ”makat” çi ye…

Û nexweş jî saet bi saet xerabtir dibe, agirê wî bilind dibe. Zana û rîspîyên gund dîsa li hev kom dibin, bi hev dişêwirin, piştî minaqaşeyên dûr û dirêj, biryarê digrin ewê dîsa telefonî tuxtor bikin.
Lê kî yê telefonî tuxtor bike? 

Dîsa kes naxwaze telefon bike. Hevûdu gelkî digerînin, di dawiyê da yek ji mecbûrî qebûl dike. Ya na nexweşê bimre. Rebeno radihîje telefonê û di ber xwe da jî tim dibêje, ”weleh tuxtorê pir bixeyide, ez zanim ewê pir bixeyide…”

Telefon dike û bi tirs rewşê ji tuxtor ra îzah dike. 

Tuxtor dîsa hin tiştan dibêje. Lê yê bi tuxtor ra dipeyive soromoro dibe, vedigere ser cimata li dora nexweş û dibêje:

-Min ji we ra negot tuxtor begê pir hêrs bibe, dibêje têxin QÛNA wî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE