21 maj 2019

Bi tiştekî nizane



Şêroyê biçûk ji dibistanê hat û bi hêrs çentê xwe virvirand quncikekî.
Diya wî bi meraq jê pirsî:
-Çi bûye ez bi dorê, çima tu qeherî ye?
Şêro dîsa bi hêrs got:

-Dayê ez naxwazim herim vê dibistanê. Mamostê me qet bi tiştekî nizane, hema her tiştî ji me dibpirse…


 Bîst û heyşt roj
Mamosteyê sinifa destpêkê ji sinifê pirsî:
-Di kîjan mehê da bîst û heyşt roj hene?
-Binefşê destê xwe bilind kir û bersîv da:
-Di hemû mehan da mamoste.

Zewac
Jinik û mêrik gelek sal bûn bêmahr bi hev ra diman, nezewicîbûn. Rojekê jinikê ji mêrik ra got:
-Kuro bi Xwedê êdî bes e, were em bizewicin û bira ev mesele safî bibe.
Mêrik berê xwe pê da kir û bi nermikî got:
-Keçê ma tu dîn î, piştî vî umrî kî yê bi me ra bizewice?

Dinya li ser qoçê gê
Rojekê ji Qîşoyê dînik pirsîn, gotin:
-Qîşo, dibêjin dinya li ser herdu qulêçên gê sekinî ye, ma tu çi dibêjî, fikrê te çi ye?
Qîşo di bin çavan ra bala xwe da cimatê û xwediyê pirsê û got:
-Weleh ez bi wiya nizanim, lê ez zanim gelek gayên ji vê derewê bawer dikin hene...

Jimara stêrkan
Rojekê Xoce Nesredîn li mizgeftê waaz dida. Ji cimatê yekî jê pirsî:
-Seyda tu merivekî alim û pir zana yî. Xêra xwe tu kanî ji me ra bibêje li asîmanan çend stêrk hene?
Xoce Nesredîn bala xwe da xwediyê pirsê, mizicî, rîha xwe miz da û got:
-Jimara wan bi qasî muyên vê rîya min e.
Xwediyê pirsê matmayî ma, got:
-Seyda çawa dibe, qey tu heneka dikî?
Xoce Nesredîn got:
-Ez heneka nakim, tu bawer nakî were bijmêre.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE