26 april 2019

Xwezî ji bo însên jî kevirekî mîhengê hebûya


Li vê dinyayê bi qasî merivên hêja, layiq, yên ne layiq jî hene. Heta yên ne layiq ji yên muhterem û layiq zêdetir in.

Nêt û sebeb çi dibe bira bibe, dibê meriv tu carî qedir û qîmetê nede merivên ne layiq, serê kesên ne layiq mezin neke. 

Dû ra tu yê poşman bibî.

Di pesindana xwe da dibê meriv zêde ne comerd û di rexneyên xwe da jî bi temkîn be, zêde pêş da neçe.

Kesê ne layiq gava tu pesnê wî bidî, serê wî/wê mezin bikî aşûnî dibe. Çimkî ne layiq e...

XXX
Zêr di nava çamûrê da jî bi qîmet e, di vîtrîna zîvkir(zêringer)da jî. 

Hin însan zê rin, hin zîv in, hin tûnc in, hin sifir/paxir in û hin jî teneke ne. 

Û hinek jî hene tew çamûr/gerrek in.

Teneke teneke ye, tu boyaxa zer jî tê bidî jî nabe zêr.

Lê însan ne maden e meriv li kevirê mîhengê xwe û eyarê wî fêr bibe. Eyarê însên bi bûyeran, bi ketin û rabûnê, bi serpêhatiyan, di rojên teng da, di tîcaretê da, di şer da derdikve ortê.
Ew jî wextê digre.

XXX
Gelek kes ji bo xwe îspat bikin û ji alî kesên din ve werin teqdîrkirin di medyaya sosyal da xwe gelkî diwestînin, xwe digvêşin bi zor hin “aforîzmeyan” keremî me dikin.
Dibê meriv tu carî ji bo xatirê hinekan, ji bo girtina teqdîra hinekên din tiştan neke, gerek ji dilê meriv were.

XXX
-Sira di serê xwe da
perê di bêrîka xwe da
birîna di dilê xwe da
nebî, nebî tu ji kesî ra nebêjî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE