01 april 2019

Xwarinek xerîb


Vê êvarê(31/3) min ji xanimê ra xwarineke xerîb, xwarineke me zû da nexwaribû, kezeba sorkirî çê kir. Nêzî tarîfa ”kezeba arnawit” e lê hinekî tûj e, bi hawê Wêranşarê.

Min zeleteyekî pîvaza sor, bexdenoz, nahne, simaq û hinek pel û pincarên din jî tevê kir û ew jî da ber kezebê.


Xanimê jî birinceke Qerejdaxê çê kiribû. Herduyan xweş li hev kir.

Fena berferatî dibêjin me telî û bêçiyên xwe pê ra xwar…

Edateke xanima min heye, miheqeq kêmasiyekê, qusûrekê li xwarina min dibîne. Kêmasiyekê nebîne dilê wê rehet nabe. Îcar jî got te baş sor nekiriye, dibê te hinekî din sor kiriba…

Lê ne rast bû, pir xweş bûbû, min hinekî din sor bikira ewê zuha bibûya û neheta xwarin.

Li qusûra min nenêrin, min ji bîr kir rismekî bigrim. Hema bira îcar jî bê risim be. Hûn di sehanekê da kezeba sorkirî, zeleteyekî pir xweş û birinca bi nok jî li kêlekê bînin ber çavên xwe.
Leymûna li kêlekê jî ji bîr nekin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE