28 april 2019

Xortê bi guhar



Xortekî bi guhar û pordirêj li Diyarbekrê li otoboza belediyê siwar bû. Otoboz qelebalix bû. Pîrekê jê ra got:
- Keça min hela hinekî xwe bide alî, vira cî teng e ezê derbasî dawiyê bibim.
Xort got:

-Xaltî ez ne keç im !
Pîrê bala xwe dayê û bi dilşewatî got:
-Wî keça min, ma tu heta vî umrî hîn jî bî mayî ?


Kundir
Pûlisê tirk qamyona însan bi qaçaxî derbasî Ewrûpayê dikir sekinand. Xwest barê qamyonê fêr bibe. Ji şufêrê qamyonê pirsî:
-Di qamyonê da çi heye?
Şufêr got:
-Kundir heye.
Ji qaçaxan yekî serê xwe ji bin çandirê derxit û bi hêrs ji şufêr ra got:
-Kuro tu ji kê ra dibêjî kundir? Kundur tu û hevsedûheft bavê xwe yî!
Pûlis got:
-Ka te got barê min kundur e?
Şufêr got:
-Ê heger ne kurdur bûya serê xwe derdixist… ?!

Canê Sofî
Sofî bi rocî bû. Germa havînê bû, dinya dikeliya. Ji tîna dikir bibeheciya. Gava çavên wî bi ava kaniyê ket hew kanîbû bi xwe, devê xwe xist ava kaniyê, dest bi vexwarinê kir. Di wê bîstikê da yekî ji wir derbas dibû ew dît, jê ra got:
-Sofî, sofî, tu çi dikî, rocî çû!
Sofî devê xwe bi zenda xwe pak kir û got:
-Rocî çû lê canê Sofî jî ji mirinê xelas bû.

Dawiya dinyayê
Mele ji gelşên dinyayê gazin dikir, ji bûyerên ne xweş numûne li pey hev rêz dikirin, digot:
-Wiha here ewê qiyametê rabe, dinya ewê serobinî hev bibe...
Ji cimatê yekî got:
-Mele, dev jê berde bira qiyamet rabe, bira serobinî hev bibe, belkî dawîya wê ji pêşiya wê çêtir be…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE